Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   3- Eynî ew însan, ji mexlûqên ecêb û hereketên xerîb, gava tiştên ku nakeve hişê wî û serê wî hilnade, dibîne; bi gotina Allahû ekber ê, rihet dibe. Yanî Xaliqê wî, mezintir û ezîmtir e. Xulq û tedbîr û îdara wan, lê giran nayê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Însan bi guneh û xirabiyên xwe, zirarê nade Xweda. Bes tenê zirarê dide xwe. Mesela, ji ber ku li derva, di heqîqetê de û bi rastî, şirîkê Xweda, tunin; lewma ne mumkun e ku hin kes bikevin nav hizb û hêza wan şerîkan û mudaxeleyê milk û eserên Xweda Teala bikin. Bes şirîka di hişê xwe de difikire û di qafê xwe yê vala de bicîh dike. Lewra li derva, ciyê şirîk tune. Êdî ku wusan e, ew bêhiş û bêmêjiya, bi destê xwe, mala xwe, xirab dike.

    Î’lem eyyuhel ezîz! Kesê ku tewekula xwe bide Xweda, Xweda jê re bes e. Xweda, ji ber ku Kamilê mutlaq e, bi xwe berê û bizzat, tê hezkirin. Xweda ji ber ku Mucîd û Wacîbul wucûd e, di qurb û nêzîkahiya Wî de, nûrên wucûdê û di bu’d û dûrketina ji Wî de, tarîtiyên tunebûnê hene. Xweda, melce û mence ye, bext û xelaskar e. Ji wan ruhên ku ji kaînatê xeyîdîne û ji xemlên dunyayê kerixîne û ji wucuda xwe bêzar bûne re, bext û xelasî, Ew e. Xweda baqî ye; beqa û dewama alemê, bes bi beqa Wî ye. Xweda malik û xwedî ye. Dixwaze mulkê xwe yê li cem te, bikire û ji bo te muhafeze bike. Xweda xeniyê muxnî ye. Mifteya her tiştî, li ba Wî ye. Însanek gava bibe ebdekî xalis, ji Xweda re; kaînata ku milkê Xweda ye, dibe wek milkê wî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Însanê ku hişê wî li serê wî be, ne ber wî karê dunyayê dikeve ku wunda dike, û ne jî kêfxweş dibe bi yê qezenc dike. Lewra dunya nasekine, diçe. Însan jî, pê re diçe. Tu jî rêwî yî. Binêre, wa şefeqa enzelîl û berbanga sibê, li ser guhên te, xistiye. Piraniya serê te, li kefen hatiye pêçanê. Nexweşiyên ku niyet dikin li bedena te kon vedin, ji bo keşfa mirinê ne. Her wuha, umrê te yê ebedî, li pêşiya te ye. Rihetî û lezzet a ku tu yê di wî umrê baqî de bibînî, bes bi girêdayî xîret û xebata te ya di vî umrê fanî de ye. Haya te ji wî umrê te yê ebedî, qet tune ye. Beriya ku sekerata mirinê, te hişyar bike, hişyar be!

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat