Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ger bibêjin Îmamê Rebbanî Ehmedê Farûqî, îro li Hîndistanê sax e, li heyatê ye û dawet û gaziyekî çêbe ji bo ziyareta wî, qet tu zehmetî û tehlîkeyan nanhêrim, ezê herim ziyareta wî. Lewma, ewê ku roj û ronahiya her du aleman e û navê wî di Încîlê de Ehmed (s.) û Tewratê de Ehyed (s.) û di Quranê de Muhemmed (s.) e, li aliyê wî alîyê qebrê, bi tevî milyonan Ehmedên Farûqî tijî û sekinîne. Ji bo ziyareta wan, em çima ecele nakin?

   Lazim e ku meriv li van esasan dîqqet bike:

   1- Kesê ku ebdê Xweda be, her tişt xizmetkarê wî ye. Yê ku ne be, her tişt neyarê wî ye.

   2- Her tişt, bi qederê hatiye teqdîr kirin. Bi qismetê xwe razî be, da ku rihet bî.

   3- Mulk, yê Xweda ye. Li ba te, bi emanetî disekine. Ewê, wî emanetî îbqa bike û ji bo te muhafeze bike. Gava li cem te bimîne, badilhewa û bêkêr zayî dibe, diçe.

   4- Tiştekî ku dewama wê tunebe, lezzeta wê tune. Tu fanî yî. Dunya jî, fanî ye. Dunya xelqê jî, fanî ye. Ev şeklê hanê yê kaînatê jî, fanî ye. Evana, wek saniye û deqqe û saet û roj, hev du teqîb dikin û diçin zewal û fenayê.

   5- Gava eserekî te yê ku te li axiretê xilas bike, tunebe; ew eserên ku tu li dunya fanî dihêlî jî, qîmet nedê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Subhanallah, Elhamdulîllah, Allahû ekber, guh bide faîde û ciyê bikaranîna van cumleyan:

   1- Însanekî ku di qelbê wî de heyat hebe, gava li kaînatê, li alemê temaşe dike, van manevrayên îlahî yên ku li valahiya asîman dibîne û hiş û îdraka wî hilnade û şaş û metel dimîne. Îcar rewş û rengên awha yên heyret û dehşetengiz, encax bi vexwarina ewê ava zelala ku ji Subhanallah ê tê, ew agirê heyretê ditemire.

   2- Eynî ew însana, ew zewq û lezzetên ku ji wan nîmetên xweş û delal digre, bi hemdê eyan û beyan dike. Di bin unwanê hemdê de, nîmet û nîmetdariyê, di zatê nîmetbexş de û zatê nîmetbexş jî, di nîmet û nîmetdariyê de dibîne. Û daxwaza dewama nîmetê û zêdebûna lezzetê dike. Wuhareng, bi cumleya Elhamdulîllah ê her wekî merivê ku defîneya nîmetan dîtibe, dilgeş û dilşad dibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat