Dîsa halekî ecêb ê fitreta însan: Di navbera ferdên însan de, di hêla cîsm û sûretê de, her çiqas ferq hebe jî, pir hindik e. Lê di aliyê manewî û ruhî de, di navbeyna wan de, firqeke qasî ya di navbeyna zerre û rojê de, heye. Lêbelê heywanên din, ne wusa ne. Mesela, masî û çûk, di hêla qiymeta ruhî de, pir nêzî hev in. Yê herî piçûkê wî, wek yê herî mezin e. Lewra, quweya ruhî ya însan, hed û hudûd lê nehatiye kişandin. Bi enaniyetê, ewqas dadikeve derekeya jêrê ku dibe qasî zerreyekî bêqîmet. Bi ûbûdiyetê jî, ewqas derdikeve dereca jor ku dibe roj û ronahiya her du aleman. Her wekî Hezretê Muhemmed Eleyhîsselatu Wesselam.
Î’lem eyyuhel ezîz! Eslê eşya yê esasî, beqa ye. Ne edem û tunebûn e. Hetta hin tiştên wek kelîme û lefz û bîr û ramanên ku zûzûka wunda dibin jî, naçin tunebûnê. Tenê şekl û şemalên xwe, rewş û rengên xwe diguherînin û ji zewal û tunebûnê mehfûz dimînin. Û li hinek ciyan tên parastin û naçin edem û tunebûna mutleq. Hikmeta nû ya ku jê re ilmê fennê tê gotin, her çiqas evê sirra han ferq kiriye, lê tam fêm nekiriye. Û wuhareng, gotiye ku “Di alemê de, tunebûna mutleq, tune. Tenê çêbûn û belavbûn heye.” û îfrat û xeta kiriye. Lewra, di alemê de, bi xulqa Xweda Teala, çêkirin heye. Bi îzna Xweda, xerabûn heye. Bi emrê Xweda, îcad û îdam û tunekirin heye.
يَفْعَلُ اللّٰهُ مَا يَشَۤاءُ
وَيَحْكُمُ مَا يُرِيدُ
Î’lem eyyuhel ezîz! Qebir, deriyek e ku ji alema axiretê re hatiye vekirin. Aliyê piştê, rehmet e. Pêşiya wê, ezab e. Hemû dost û yar, li aliyê wî alîyê derî dimînin. Ma gelo zemanê te yê beşdarî û tevlêbûna wan, nehat? Û hewesa te ya çûyîna cem wan û îştiyaqa te ya ziyareta wan, qet tune? Belê wext nêzîk bûye. Ji bo paqijiya ji gend û gemara dunyayê, xuslekî lazim e. Yan na, ewên îkrah bikin û ji me birevin.