Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   10- Her çiqas xîtab û bang e ji însanên ku li hemû dem û deveran hatine, çûne re; lê ji ber hêsanî û herikîna beyanê, her wekî ku muxatab yek e.

   11- Tekrarên wê, ji bo bidestxistina xayeyên îrşadê, takrîr û tehqîqê, yanî bicîkirin û lêkolînê îfade dikin. Her wuha, tekrarên wê, bêzirar in. Dubareyên wê, tam û lezzeta wê, narevîne. Her ku ducare dibe, wek mîsk û enberê bêhn dide.

   12- Quran, ji bo qelban, quwet û xida ye. Ji ruhan re, şîfa ye. Tekrara xida, quwetê zêde dike. Ji ber ku bi tekrarê, nêzîktir û nastir dibe, lezzeta wê jî zêde dibe.

   13- Însan di heyata xwe ya maddî de, her dem muhtacê hewayê ye; her wext, yê avê; her zeman û her roj, hewcedarê xwarin û xidayê ye; her hefte, yê tavê ye. Tekrara van esasan, ne tekrar e. Ji ber tekrara îhtiyacê ye. Her wuha, însan, di hêla heyata ruhî ya xwe de, muhtacê hemû wan cûre û new’an e ku di Quranê de derbas bûne. Hewcedariya bi hin new’an, her dem û gav e. Mînak: Huwellah. Lewra, ruh, bi vê ya, nefesê digre. Ji bo hinek new’an, her wext; ji hinekan re her zeman, muhtac in. Va ye, ji ber hewcedariya heyata qelbî; Quran, tekraran dike. Mesela, Bismîllah ji ber ku wek hêwaya nesîmî û nerm, qelb û ruh tatmîn dike; ji ber îhtiyaca pir, di Quranê de, pir hatiye tekrar kirin.

   14- Tekrara hin hedîseyên cuzî yên wek qisseya Mûsa, îşaret e ku ew hedîse, dustûreke mezin, dihundirîne, îhtiwa dike.

   Xulase: Quran, him zikr e, him fikr e, him hîkmet e, him ilm e, him heqîqet e, him şerîet e, him şîfa qelban e û hîdayeta mumînan e û rehmet e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Fitreta însan, halekî wî yê xerîb heye ku di dema xefletê de, hukmên latîfe û hawwasan, tevlihev dike û dişibihîne hev û ji hev dernaxe. Mesela, dîn û mecnûnekî ku dest û çevan dişibihîne hev û nikare xizmet û wezîfê wan ji hev derxe, tiştekî ku li jorê bi çavê xwe dibîne, destê xwe dirêj dikê ku hilde. Ji bo ku dest û çav cînarên hev in, zen dike ku karê çav bike, dest jî dike. Her wuha, însanê xafil, digel ku ewqas aciz e û nikare tiştekî aîdîê xwe yê piçûk bide hev û têkûz bike, bi qurretî û bi xeyala xwe û bi zorbetî dest dirêjî fîîlên Xweda Teala dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat