Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Fesubhanellah! Fezl û kerema Xwedê Teala ya ji însan re, wusa mezin e ku ew malê ku bi emanetî daye însan, bi semyanekî mezin, ji însan dikire û îbqa û hîmaye dike. Ger însan, herwekî ku malê wî yê rastîn e, li wî malî xwedî derkeve û nefroşe Xweda, dikeve belayeke mezin. Lewra, ewî malî taahhud dike û dikeve bin mesûliyeta wî. Hale hale, qudreta wî, têra taahhudê nake. Lewra, ku bide pişta xwe, pişta wî dişkê. Gava bide destê xwe, nayê girtin, direve. Dawiya dawîn, bêkêr, betal û badilhewa xirab dibe, diçe; tenê gunehên wî, mîras dimînin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ez, xwe daxilê maneya evê şîîra

وَعَيْنِى قَدْ نَامَتْ بِلَيْلِ شَبِيبَتِى     وَلَمْ تَنْتَبِهْ اِلاَّ بِصُبْحِ مَشِيبِ

dibînim ku meala wê ev e: “Dema ciwaniya min a ku dişibihe şevê, çavên min di xew de bûn. Bes bi sibeya kaltiyê, hişyar bûm.” Lewra, di ciwantiya xwe de, min zen dikir ku ez derketime diharê hişyarbûneke herî bilind. Aniha fêhm dikim ku ew hişyarî, ne hişyarî bûye. Bes îbaretê bi tebeqeya xewê ya herî giran bûye. Lewma, ew hişyarî û rewşeniya ku ehlê medeniyetê, her tim pê peya didin xwe, kifş e ku ji cûreyê wê hişyariya min a dema ciwaniya min e.

   Mesela wan, mîna mesela ewî kesî ye ku di xewna xwe de radibe û xewna xwe ji xelqê re dibêje. Hal ew hal e, ew hişyarbûna wî ya di xewna xwe de, îşaret e ku ew ji perdeya xewê ya sivik, derbasî tebeqeya xewê ya kûr, bûye. Xewarekî awha, her wekî mirîyan e. Ka çawa dikare ên nîvçe xewî hişyar bike?

   Ey kesên ku di xew de ne û xwe hişyar dizanin! Di karê dînî de, bi musamaha û mînandinê, xwe neşibihînin medeniyan. Lewra, newala di navbera me de, pir kûr e. Hûn nikarin tijî bikin û çûndin û hatinê pêk bînin. Yan hûnê jî, tevlî wan bin; yan jî, hûnê bikevin dalaletê û bixeniqin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di mahiyeta gunehan da –xasma ku dewam bike– toximê kufrê heye. Lewra ew kesê ku gunehan bidomîne, bi gunehan ulfet peyda dike. Paşê dibe muptela û bengiyê wî. Êdî tê dereceyeke wusan ku nikare terkê jê bike. Paşê dilê wî dixwaze ku ew guneha, nebe sebebê ezabê. Ev rewşa, gava awha dewam bike, toximê kufrê dest bi hêşînkirinê dike. Herî dawî, ne ezabê û ne jî warê ezabê qebûl dike, ew toxim dibe sebebê înkara wan. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat