Î’lem eyyuhel ezîz! Cumleyên Subhanallah û Elhamdulîllah, zimnen, Zatê Zulcelal bi sifetên celal û cemal, diwesifînin. Subhanallah a ku sifatê celal hildigre, li dûrbûna ebd û mexlûqan ya ji Xweda, dinêre. Elhamdulîllah a ku sıfatê cemal dihundirîne, îşaret dike ku Xweda Teala, bi rehma xwe, nêzikê mexluqatê xwe ye. Mesela, roja ku li me dinêre, du rûyên wê hene ku yek nêzîkbûn e; ya din, dûrbûn e. Bi hêla nêzîkayiyê ve, ronahî û germahî, dide me. Bi hêla dûrtiyê ve, dûrî zirar û xirabiya însan e. Ji ber vê qasê, însan kare ji rojê îstifade bike. Feqet nikare zirar bidiyê û tesîr lê bike.
Her wuha, teşbîhê de xeta tune Xweda Teala, bi wê hêla ku bi rehma xwe nêzikî me ye, em jê re hemd û sena dikin. Bi cihetê ku em jê dûr in, em jê re tesbîhê dikin. Lewma, gava li nêzîkayî û rehma wî dinhêrî, hemdê bike. Lê gava li dûrbûna xwe ya ji Wî dinhêrî, wî tesbîh bike. Lêbelê herdu meqaman tevlihev neke. Û herdu nêrîn û nezeran neke yek, da ku heq û îstiqamet winda nebe. Lakîn ku îltibas û tevlihevî çênebe, tu karî herdu meqaman û herdu nezeran, him bicivînî û binî ba hev û him jî, biguherînî. Belê, ya ku Subhanallah ê û bîhamdîhî yê, her du meqaman, kom dike; cumleyekî ye.
Î’lem eyyuhel ezîz! Ji bo çar tiştan, gere meriv, ne ku bi kesb û qezenc, lê bi qelb û dil, terka dunyayê bike:
1- Ji ber ku umrê dunyayê kin e û bi lez û bez diçe ava û fenayê. Bi êş û elema zewal û fîraqê, ew lezzeta wisalê, zû zaîl dibe, dibuhure.
2- Lezzeta dunyayê, dişibihe hingivê jehrîn. Bi qanda lezzeta wê, êş û elema wê jî, heye.
3- Qebra ku li benda te ye û tu jî bi lez û bez ber bi wê diçî, tiştên dunyayê yên bi xeml û xêz, bi tam û lezzet, wek hediye qebûl nake. Lewra tiştê ku ba ehlê dunyayê “rind” tê zanîn; li wir, “nerind” e.
4- Muwazeneya hanê ya bi vî rengî ku “Mayîna di nav neyar û heşeratên muzir de, ya bi saetekî û mayîna di meclîsa dost û ehbab û mezinan de, ya bi salan;” muwazeneya navbera qebir û dunyayê bi xwe ye. Her wuha, Xweda Teala jî, te dawetî terka lezzeta saetekî dike. Da ku bi dost û hevalên xwe re, bi salan rihetiyê bibînî. Êdî ku wusan e, berî ku tu bi qeyd û kelemçe sewq bî, gazî û daweta Xweda bîne cîh.