Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Di deq û şiqa ewil de, bi qasî zerratê kaînatê, muhal hene. Lewma, her zerreyek îtiraf û îqrar dike ku nikare ewî barê giran hilgire. Û wuhareng şehadeta xwe îlan dike û dibêje “Yê Mucîd, Xaliq, Reb, Malîk, Qeyyûm, bes her Xweda ye”.  Û dîsa, her zerreyek, her murekebatek, bi ziman û nîşanên xwe yên cûrbecûr, evê beyta hanê dibilbilin:

عِبَارَاتُنَا شَتّٰى وَحُسْنُكَ وَاحِدٌوَكُلٌّ اِلٰى ذَاكَ الْجَمَالِ يُشِيرُ

   Belê, her herfek bi aliyekî ve, delaletê li ser hebûna xwe dike. Lê bi gelek aliyan ve, delaletê li ser nivîskar û senetkarê xwe dike. Belê...

تَأَمَّلْ سُطُورَ الْكَۤائِنَاتِ فَإِنَّهَا 

مِنَ الْمَلاَِ اْلاَعْلٰى اِلَيْكَ رَسَۤائِلُ

   Î’lem eyyuhel ezîz! Gelek tiştên wek cam, av, hewa, alema mîsalê, ruh, aqil, xeyal, zeman û yên wek wan hene ku dibin mezher û mekanê aksên tecelliya tîmsalan. Timsalên maddeyên tîr û tarî, him ji hev cuda ne û him jî mirî ne. Lewra, ji ber ku çawa ji eslê xwe re beyanî ne, ji xesyetên eslê xwe jî, mehrûm in. Lê tîmsalê nûraniyan bi eslê xwe ve, yek in û xwediyên taybetiyên eslê xwe ne û ji dervayê eslê xwe nînin. Lewma, ger Xweda Teala, ronahiya rojê bigeranda heyatê, germaya wê bigeranda şuûrê, heft rengê wê bigeranda hîs û hestan, ew tîmsala rojê ya ku di neynika di destê te de dixuyê, dê bi te re xeber da. Lewra, heta ku ew, di tîmsalê de hebe, germahî, ronahî û reng hene. Bi tîn û heraretê, ewê bivejiya û sax biba. Bi ronahiyê ewê hişyar û hişmend bûya. Bi rengê xwe jî, ewê hestiyar û bihîstiyar bûya. Û wuhareng, dê bi te re xeber bida. Ji ber vê sirrê ye ku Resûlê Ekrem (s.) hemû selewatên ku li ser têne dayîn, di eynî demê de, dihese.  

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat