Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

ya daxîlî, mirovan ji şik û şuphên nefsa emmare û şeytanê însî û cînnî, bi temamî dide xelaskirinê. Û ew melûmat jî, di hukmê meşhûdatê de ye û ilmelyeqîn jî, îtmî’nan û qene’eteke di dereca eynelyeqînê de, dide mirov.

   NUQTEYA ÇARAN: Seîdê Berê, ji ber ku bi meselên ilmê heqîqetê û ilmê hikmetê yên kûr re pirî caran mijûl dibû û meselên kûr bi ûlemayê mezin re munazere dikir û li gora dereca fêhmdariya telebeyên berê ku dersên alî yên medresê xwendibûn, dinivîsî û Seîdê Berê jî, ji ber ku di teraqiyata xwe ya fikrî û qelbî de, li gora ku tenê ew fehm bike û bi cumleyên xayet kin û bi îfadeyeke xayet mucmel ve, heqîqetên dirêj wek mîna işaretan, bi kelîmeyên kurt ve, ewê kitêbê nivîsiye. Lewma hin qismên vê kitêbê, alimên herî mudeqqîq jî, dibe ku bi zor fêhm bikin. Ger ev kitêba tam bihata îzahkirinê, dê wezîfeyeka Rîsaleyên Nûr a girîng, bi cîh bianiya. Nexwe ev Mesnewiya fîdangeh, di aliyê derûnî û daxîlî de, wek rêya terîqên xefî xebitiye; muwaffaq bûye û di nav qelb û ruh de rê vekiriye. Rîsaleyê Nûr a ku baxçeyê wê fîdangehê ye, him daîra enfûsî û him pirî aliyan de, wek terîqa cehrî, li daîra afaqî û xarîcî nihêriye û ji merîfetullahê re bi berfirehî û di her cîhî de, rê vekiriye. Her wekî gopalê Hezretî Mûsa (e.) ku li ku xistibe, avê jê avêtiye.

   Him Rîsaleyê Nûr, di rê û meslegê hûkema û ûlema de neçûye û bi î’cazeka manewiya Qur’anê ve, di her tiştî de, pencereyeke merîfetê vekiriye; karê salekê, wekî ku di saetekê de bike, sirreke mexsûsê Qur’anê fêm kiriye ku di vî zemanê dijwar de, li hemberî êrîşên ehlê înadê yên bêhed, mexlûb nebûye û bi ser ketiye.

   NUQTEYA PÊNCAN: Di wî zemanê ku Seîdê Berê bi Seîdê Nû diguherî de, bi hezaran heqîqetên ku bi sed ilman ve eleqa wan hebû û bi qiymeta xwe layiq bûn ku her yeke wê, bi tena serê xwe bibe mijara kitêbekê; ewî Seîdî gava dinivîsi, di destpêka meseleyan de, bi “î’lem, î’lem, î’lem” an ve, her heqîqetekî –digel ku hêja bû ku bibe rîsaleyekî– bi çend rêzan, carnan bi rûpelekî, carnan bi rêzek û dudyan, dianî ziman. Adeta her “î’lem”ek, şîfreya rîsaleyekê ye.

   Him jî, ji ber ku evan “î’lem”anan, yek li yekî nanhêrin û 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat