Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê ayeta kerîme ya

وَاٰخِرُ دَعْوٰيهُمْ اَنِ الْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ

delalet dike ku hemd, lezzet bixwe ye. Lewra hemd, dara nîmetbexşiyê, di fêkiyê nîmetê de, nîşan dide. Û wuhareng, ew êş û elema ku ji fikirîna zewala nîmetê çêdibe, zaîl dibe; diçe. Lewra, di darê de fêkî pir in; ku yek here, yeke din tê dewsa wê. Nexwe hemd, lezzet bixwe ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Melûmatên afaqî, yanî zanîna ku mirov ji derva, ji dûr, distîne, ji ewham û weswesan, xalî nîne. Lê melûmatên hundirîn û enfûsî ku cîhê şuûreke wicdanî ne, dûrî ewham û îhtimalan in. Lewma, gere mirov ji merkez û hundir ve, li derdor û derva binêre. 

   Î’lem eyyuhel ezîz! Bi vê medeniyeta sefîh û gunehkar –ku kureyê erdê kirye mîna gundekî– perdeya xefletê, pir qalind bûye. Tedîl û sererastkirina wê, muhtacê hîmeteke mezin e. Û disa, di ruhê beşer de, pir şibak û pencereyên ku li dunyayê dinhêrin, vekirine. Bes bi tenê ji wan kesan re ku mezherê lutfa Xweda bûne, muyesser dibe ku karin vana bigrin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Zerreyek, bi sebebê tecelliyê, yanî bi eksa tavê, dikare ewê roja terrikî û qerrase, di xwe de bigre û bixe hundirê xwe. Feqet nikare du zerreyên hûrik, bizzat yanî bi maddeyê wan, bike hundirê xwe. Lewma, çawa dilopên baranê dibin makes û neynik ji tîmsala rojê re; her wusa jî, zerre û murekkebên kaînatê jî, bi sebeb tecellî û eksê, dibin mezherê çirûskên qudreta ezelî ya nûranî ku li ser ilm û îradeyê dimeşe. Feqet zerreyeke hucreya di çav de, ne mumkun e ku bibe çavkaniya qudret û şuûr û îradeyeke ku li ser tamarên şahreng û şîndamarê bi bandor e. Li gor îcab û îqtizaya evî sen’etê ecêb, neqşê muntezem, hikmeta zirav, gere her zerreyeke kaînatê, her murekebatekî wê, bibe çavkanî û menba, ji bo wan sifetên berfireh ên mutleq ku mexsûsê ulûhiyetê ne. Yan jî, divê bibin eyne ji çirûskên tecelliya Wî Şemsê Ezelî yê ku muttesifê bi wan sifetan e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat