Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Û îlla, bila bizanibe ku: Însanê ku nikare bireve derkeve dervayê erd û asîman, divê bi hub û hezî, rızadadeyê rubûbiyeta Xaliqê kullî şey bibe.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Saniê tiştekî, ku di hundirê ewî tiştî de be, lazim e di navbera wan de, munasebeteke tam hebe. Û lazim e bi qanda jimara mesnûat, Sanî zêde bibin. Ev yeka jî, muhal e. Êdî ku wusan e, ne mumkun e ku Sanî di hundirê mesnû de be. Mesela, kitêbeke ku li çapxanê bête çapkirin û zêdekirin, dîsa bi qelema mirovekî tête nivîsandin. Neqş û herfên wê kitêbê bixwe hêşîn nabin. Nivîskar jî, ne di nav wî sinetê nivîsê de ye. Eger na, ev kar ji întizamê dertê. Ew çax, evan neqşên mesnû, ne ji wî bi xwe ne. Bes bi qelema qudretê û li ser pergala qederê, tên nivîsîn.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Halekî aqil heye ku pir xerîb e. Xwediyê destekî wusa dirêj e ku carnan hemû kaînatê radipêçê û dike hemêza xwe. Carnan, ji daîra îmkanê dertê û dixwaze mudaxeleyê daîrên herî fireh bike. Carnan jî, di dilopeke avê de, dixeniqe; di zerreyekî de, tune dibe; di mûyekî de, winda dibe. Welhasil aqil di çi de winda be û fena be, hemû hebûna xwe, di wî tiştî de dizane û munhasirê wir dike. Û bikeve kîjan xalê, dixwaze ku hemû alemê jî bi xwe re bibe.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ger mulkiyet û zilliyeta dunyayê yan jî ya mewcûdat, li ser te be, ji ber tirsa kulfeta teahud û muhafezeya wan, tu nikarî ji nîmetan lezzetê bigrî. Her dem aciz û nerihet dibî. Lewra bi tedarika kêmasiyan û muhafezeya mewcûdan a ji telefê, tu dê her tim bibî meskenê tirs û wehm û meşeqetan. Hale hale, ew nîmetanan, di bin teahhuda Munîmê Kerim de ne. Karê te, tu ji sifra nîmetên Wî, bixwî û vexwî û bişikirînî. Di şukrê de jî zehmetî tune ye. Hetta lezzeta nîmetan zêde dike. Lewra şukur ew e ku meriv, di nîmetê de, maneya înam û îkramê, bibîne. Weqta mirov maneya înam û îkramê bibîne, ew êş û elema ku ji xelasbûn û zewala nîmetê çêdibe, namîne. Lewra, gava nîmet diçe zewalê, Munîm û Nîmetbexşê heqîqî, cîhê wî, vala nahêle û bi yên mîna wî, tijî dike. Û wuhareng, meriv ji tekrar û nûbûnê, lezzet digre.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat