Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   “Ewana, xilqeta xwe ya pêşîn a ku bêhtir balkêş û ecêb e, digel ku bi çavê xwe dibînin û qebûl dikin jî; çêkirin û vejîn û  saxbûna cara duduyan ku hêsatir û rihettir e, dûrî aqil dibînin.” Di pişt vê sefheyê de, burhanekî mezin heye û nîşan dide ku heşr û neşr û vejîn, pir hêsa ye.

   Ey bêhişê ku heşr û neşrê înkar dikî! Tu dizanî di emrê xwe de, tu çend caran bedena xwe diguherînî? Çawa tu sibe û êvar cilê xwe diguherînî, wusa jî, salê carekî temamê cismê xwe, taze û tebdîl dikî. Haya te heye? Belkê her sal, heta her roj, ji cismê te, hin tişt dimirin, hinekê din têne cihê wan. Tu qet vê ya nafikîrî. Lewra qafê te vala ye. Eger serê te ne valabûya, karîba bifikiriyayî, te ew heşr û neşra ku li alemê, her dem bi hezaran numunê wê diqewimin, te înkar nedikir. Here doktor, qafê xwe tedawî bike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ca li eblehtî û ehmeqtiya nefsê binêre! Li ber çavê xwe dibîne ku ji teref Rebbekî Muxtarê Hakim ve tê terbiyekirin û him ew bi xwe, sen’et û mulkê Wî Rebbê Hekîm e û ev terbiye û xwedîkirin, di temamê ferd û cins û new’an de, carî ye û wuhareng ev mesele, bi şiklekî “qaîdeya kullî” dimeşe û ev feyz û bereket, ji ber ku şamil û berfireh e, mazharê tesdîqeke bi new’ekî “îcma” û “fîîl”ê bûye. Lewma lazim e, li vê hedîseya ku wek qanûn û dustûr e û vê qaîdeya ku kulliyet peyda kiriye, binêre, qenaet û îtminan pê re çêbe; bîlakîs, tecelliyatê esmayê ku temamê alem û afaqê de diçilwilin –digel ku hisseya wî jî di van cilweyan de, heye– wek elametê îhmal û guhnedanê û sebebê jibîrkirin û xwe veşartinê dihesibîne û wusa zen dike. Mîna ku kesekî li ser wê re, tune ku wê qontrol bike. Di nav fîîlên ku ew bixwe dike de, xwe wek yeke veşartî dibîne. Berfirehiya tecelliyan, dike sebebê nemumkiniyê; mezinahiyê jî, dike sebebê tunebunê. Û wuhareng, şeytan jî, ji xiltî û mexlete û cerbezeya xwe, dide şermê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Nefs her tim dixişxişe û diqilqile; ji ewhaman xilas nabe û xwe nade tewekkulê. Bi hukmê qederê razî nabe. Hale hale, çawa derketina rojê û çûyîna wê ya ava, kifş e û muqedder e; hatina însan a vê dunyayê û temirîn û tefîna wî û muqedderata wî ya din jî, bi qelema qederê, li eniya wî, hatiye nivîsîn. Hezkî bila serê xwe, li kevir xe; ji bo xerabkirina wan nivîsan. Feqet serê wî, dişkê; lê tiştek bi wan nivîsan nayê ha!..

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat