Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Yeke wî jî, lezzetên dunyayê ne. Ew jî, qismet e. Ku meriv çav berdê û dilê xwe bavêjê, meriv diqilqile û dixişxişe. Ji ber zewal û ji destçûna wê ya bi lez û bez, yê ku hişê wî li serî be, wana hilnade, nake qelbê xwe û qîmetê nadê.

   Aqûbeta dunyayê, çi dibe bila bibe, terka lezzetan, çêtir e. Lewra aqûbeta te, yan seadet e; seadet jî, bi terka evê lezzetê, pêk tê. Yan jî, helaket e. Merivê ku li benda mirin û îxdamê be, ma dikare ji xeml û xêza sêpêkê lezzet bigre? Ji bo mirovê ku bi sebeb kufrê, aqûbeta dunyayê, wek adem û tunebûna mutlaq dizane jî, terka lezzetê, çêtir e. Lewra, ew êş û elemên xembar ên ku ji adema/nemana mutleq a ji wê adema xusûsî û muqayet a ji borîn û zewala lezzetan peyda dibin, her deqqe û saniye tên hîskirinê. Ev lezzetên bi vî rengî, nabin xalibê wan êş û eleman.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Gava keriyê pez berê xwe bide zevî û ziyanekî, şivan kevir davêje ber bi wan. Mîh û mêşina ku kevir lê dikeve, bi zimanê halê xwe dibêje; “Em di bin emrê şivan de ne. Ew ji me pirtir li kar û menfîeta me, difikire. Madem riza wî tune, em bizivirin”, ew bi xwe dizivire û keriyê pez jî, pêra dizîvire.

  Ey nefs! Tu ji wê mîh û mêşinê serhişktir û rêşaştir nînî. Gava tu dibî hedefa kevirekî musîbetê ya ji qederê de li te dikeve, bêje

اِنَّا لِلّٰهِ وَاِنَّا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ

û vegere bal merciyê heqîqî; were îmanê; xem neke. Ew, te, ji te pirtir difikire.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qelb, ne ji bo ku sirf bi karên dunyayê re mijûl bibe, hatiye xuliqandinê. Meriv dikare îzaha evê yekê, awha bike:

   Em dibînin ku qelbê meriv, gava destê xwe davêje kîjan tiştî, bi hemû hêz û hêwirza xwe, xwe pê ve digre. Bi îhtimameke mezin, digre destê xwe û dixe hembêza xwe. Û bi dewameke ebedî, dixwaze pê re bimîne. Û derheqê wî de, dibe fedaîkî hetta tu bêjî û tê de fanî dibe. Û li dû pey tiştê herî mezin û herî daîmî ye, daxwaza wan dike. Hal ew hal e, tiştên dunyayê, çi dibe bila bibe, li ber emel û daxwaza qelb, qasî muyekî ye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat