Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di vê dunyayê de, gelek kar û bûyerên aîdê te, hene. Lê haya te, ne ji mahiyeta wan heye; û ne jî, ji aqûbeta wan, ilmetê te çêdibe.

   Yeke wî, cesedê te ye. Belê, gava cesedê te ciwan e, her çiqas mîna gula letîf û zerîf, xweşik be jî, lê di îxtiyariyê de, diguhere û dibe wek kulîlka zivistanê ya çilmisî û hişkelokî.

   Yeke wî jî, heyat û heywaniyet e. Dawiya wê jî, mirin û tunebûn e.

   Yeke wî jî, însaniyet e. Ev bixwe jî, di navbeyna beqa û zewalê de, diçe û tê, bi teredut û dudil e. Lazim e ku bi zikrê Daîmê Baqî, bê muhafezekirin.

   Yeke wî jî, umr û jiyîn e. Ev jî, sinorê wê, kifşe e û eyan e. Ne ji pêşva, ne jî ji paşva gavek naête avêtin. Lewma, xem neke, berxwe nekeve. Barê emel û xwestekên dûr û dirêj ên ku ji quwweta te der e û ji taqeta te zêdetir e, nede ser milê xwe!

   Yeke wî jî, wucûd e. Wucûd, jixwe mulkê te nîne. Xwediyê wê, bes Malîkul mulk e. Û ji te pirtir şefqetkar e ji wucûda te re. Lewma, ger ji dervayê emrê malikê heqîqî, tu mudaxeleyê wê wucûdê bikî, tu yê zirarê bidiyê. (Wekî hirsa ku sebebê bêhêvîtî yê ye)

   Yeke wî jî, bela û musîbet in. Evana zaîl in, devama wan, tune. Meriv zewala wan, bifikire û bîne ber çav, zid û dijberê wan, tê hişê meriv; lezzetê dide.

   Yeke wî jî, tu li vir mêvan î. Û ji vir jî, diçî cîhekî din. Kesê mêvan, dilê xwe navêje tiştekî ku bi xwe re neaniye. Tu dê çawa ji vî xanî derkevî, tu yê ji vî bajarî jî, derkevî. Û her wusa, ji vê dunya fanî jî, derkevî. Êdî ku wusan e, bi ezîzî derkeve. Wucûda xwe, fedayê Mucîdê xwe, bike. Tu yê pêş ve, buhakî mezin bistînî. Lewra, gava tu feda nekî, yan badilhewa diçe, wunda dibe; yan jî, ji ber ku malê Wî ye, dîsa vedigere bal Wî.

   Ger tu bi wucûda xwe îtimad bikî, tu yê bikevî adem û tunebûnê. Lewra, tenê bi terka wucûdê, wucûd bi dest dikeve. Û dîsa, şayet te dil hebe qîmet bidî wucûda xwe; vêca bizanibe ku ji wê wucûdê, ya ku dê di destê te de bimîne, tenê yek xalek e. Hemû çar aliyên wucûda te, di nav adem û tunebûnan de dimîne. Lê ku tu ewê xalê jî, ji destê xwe bavêjî, wucûda te, dê bi temamî bikeve nav nûran.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat