Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

ewî Sultanê Ezelî ye û war û diyarê tecelliya cemal û eserên senetê Wî ne. Hemû însanan, diezimîne, dawet dike. Wan hemû senetên entîke û wan xarîqe û mucîzeyan, dide nasîn. Xelqê bi bangeke balkêş û cazîbedar, gazî bawerî û îmana bi xwedî û senetkarê ewê qesrê dike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Fêkiyê dara xilqetê, însan e. Melûm e, ji ber ku fêkî, mukemmeltirê hemû perçên darê ye û yê herî dûrê rehê darê ye, xwediyê hemû xesiyet û meziyetên perçeyan e. Û her wuha, ew dendikê ku armanca esasî ya xilqeta alemê ye, dîsa însan e.

   Paşê ji însanên ku fêkiyên wê darê ne, yekî wî hildaye kiriye dendikê dara Îslamiyetê. Nexwe, ew dendika, him avakar û baniyê alema Îslamiyetê ye û him jî esasê wê ye. Lê dendikê wê dendikê jî, qelb e. Ew qelb, bi sewqa îhtiyacan, bi hemû enwa’ û eczayên alemê re pir û pir eleqedar e. Hewcedarê hemû nûrên esmayê husna ne. Gelek hêvî û emelên wî qelbî hene û him jî pir dijminên wî hene ku bi qasî ku dunyayê tijî bike. Bes bi Xenîyê Mutlaq û Hafizê Heqîqî, îtmînan û tetmîn dibe.

   Û her wuha, qabîliyeteke wî qelbî ya wusa heye ku wek nexşeyekî yan jî wek fîhrîsteyekî, hemû alemê temsîl dike. Û di navenda xwe de, xêncî Wahidê Ehed, tu tiştekî qebûl nake. Ji beqayeke ebedî û sermedî pêva, ji tu tiştekî razî nabe.

   Qelbê ku dendika însan e, ger di bin axa Îslamiyetê û îxlasê de û bi ava îbadetê were avdan û wuhareng bi îmanê hişyar be, bi sirrê ku ji alema emrê nûranî û mîsalî tê, wek dareke rewneqdar a wusa hêşîn dibe ku ji alema xwe ya cîsmanî re dibe ruh. Şayet ew dendikê qelb, terbiyeke wuha, nebîne; wek dendikeke hişk dimîne û lazim e heta ku biqulibe nûrê, bi agir were şewitandin.

   Û her wuha, ji bo wê hebbeya qelb, gelek xulam hene. Ku ew xizmetkar, bi heyata qelb vejîn û hişyar bin, kaînata bêserûber, ji wan re dibe seyrangeh û temaşegeh. Hetta xeyalê digel ku xulamekî qelb ê herî zeîf, herî bêqîmet e, mesela xwediyê xwe yê ku di zindanê de, di qeyd û kelemçê de ye, li hemû dunyayê digerîne û dilgeş dike. Û serê ewî kesê ku li rojhilatê nimêj dike, tîne datîne binê Hecerul Eswedê. Û şehadetên wan, emanetî Hacerul Eswedê dike, ji bo muhafezeyê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat