Habbe
حَبَّه مِى كُويَدْ مَنْ شَاخِ دِرَخْتَمْ بَرَازْ مَيْوَهءِ تَوْحِيدْگْ شَبْنَمَمْ اَزْيَمْ بُرْاَزْ لُؤْلُؤِ تَمْجِيدْ
بسم الله الرحمن الرحيم
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلٰى دِينِ اْلاِسْلاَمِ وَكَمَالِ اْلاِيمَانِ وَالصَّلاَةُ وَالسَّلاَمُ عَلٰى مُحَمَّدٍنِالَّذِى هُوَ مَرْكَزُ دَائِرَةِ اْلاِسْلاَمِ وَمَنْبَعُ اَنْوَارِ اْلاِيمَانِ وَعَلٰى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ مَادَامَ الْمَلَوَانِ وَمَادَامَ الْقَمَرَانِ
Î’lem eyyuhel ezîz! Gava li vê alema li ber çavan, bi nezera kitêbeke mezin bê nêrîn, nûra Muhemmedî (s.) hibra qelema nivîskarê wê kitêbê ye. Ger ew alema mezin, wek darekî were xeyalkirinê, nûra Muhemmedî (s.) him dibe dendika wê û him jî, dibe fêkiyê wê. Ku dunya, jîndarekî bi cîsim, were hesibandinê, ew nûra, ruhê wê ye. Şayet wek însanekî mezin, were fikirînê, ew nûr, dibe aqilê wî. Dema wek baxçekî cennetê yê pir xweş û geş, were xeyal kirinê, nûra Muhemmedî (s.) dibe bilbilê wê. Ger wek qesreke pir mezin, were hesibandinê, nûra Muhemmedî (s.) dibe nazir û tellal û rehberê ewê qesra bilind a ku wargeha seltenet û heşmeta