Wuhareng, bi hevkomkirina van tiştên ziddê hev, dereceya ezameta xwe, bi qasekî daye nîşandanê.
Î’lem eyyuhel ezîz! Piştî îlm û zanînên aidê îmanê, tiştê herî lazim û herî muhim, emelê salih e. Emelê salih jî ew e ku, meriv huqûqa ebdan a maddî û manewî binpê neke û huqûqullahê jî, bi heqqî bîne cîh. Zanînên ku ji ecnebiyan tên wergirtin, derheq senet û pêşveçûnê de bin, lazim in. Derheq sefahetê de bin, muzir in.
اَللّٰهُمَّ يَا اَرْحَمَ الرَّاحِمِينَ وَارْحَمْ اُمَّةَ مُحَمَّدٍ عَلَيْهِ الصَّلاَةُ وَالسَّلاَمُ وَنَوِّرْ قُلُوبَ اُمَّةِ مُحَمَّدٍ عَلَيْهِ الصَّلاَةُ وَالسَّلاَمُ بِنُورِ اْلاِيمَانِ وَالْقُرْاٰنِ وَنَوِّرْ بُرْهَانَ الْقُرْاٰنِ وَعَظِّمْ شَرِيعَةَ اْلاِسْلاَمِ، اٰمِينَ