Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Nefsa wî ya xirab û emare jî, bi şik û şubheyên xwe, ew mecbûrî mucahede û xizmeteke ilmî û manewî kir. Ne ku çavê xwe bigre, bîlakîs bi awakî wusa ku mîna Îmamê Xezalî, Mewlana Celaleddîn û Îmamê Rebbanî, çavê qelb û ruh û aqlê xwe vekirî, dest bi xebatê kir. Ciyê ku ehlê îstixraqê çavê aqilên xwe tê de digirtin, ew bi awakî çavvekirî, di wan meqaman de geriyaye. Hemdê bêhed bo Xwedayê bê mîsal be ku, bi ders û îrşada Qur’anê, rêyeka çûndina heqîqetê dîtiye û ketiye wê rêyê. Heta bûye mezherê vê heqîqeta

وَفِى كُلِّ شَىْءٍ لَهُ اٰيَةٌ تَدُلُّ عَلٰۤى اَنَّهُ وَاحِدٌ

ê û bi Rîsaleyên Nûr ên Seîdê Nû ve, evê yekê nîşan daye.

   NUQTEYA DUDUYAN: Ji ber ku wek Mewlana Celaleddîn (r.) û Îmamê Rebbanî (r.) û Îmamê Xezalî (r.) bi îttifaqa eql û qelb ve xebat dikir, berê her tiştî bi tedawî û dermankirina eql û qelbê xwe ve meşxûl bû û ji bo rakirina ewhamên nefsa xwe, dest bi kar kir. Hemd û sena ji Xwedê re ku di vê rêyê de, ew muwaffaq kir û Seîdê berê, vegerîya Seîdê nû. Wek Mesnewiya Şerîf a ku eslê wê Farisî ye û paşê tercumê Tirkî bûye; ewî jî, bi Erebî “Qeterat” û “Hubab” û “Hebbe” û “Zehre” û “Zerre” û “Şemme”, “Şûle”, “Lem’a”, “Reşha”, “Lasiyyema” û dersên din, her wekî Mesnewiyekî û bi lûxetê Tirkî jî, di wî zemanî de “Nuqte” û “Lemeat” ê bi awakî gellekî kurt nivîsîbû, her ku firsend jî didît, çap dikir. Ev nêzî pêncî sal e, evî meslegê han, di şiklê Rîsaleyê Nûr de, dişopîne. Berê bi nefs û şeytanê xwe re mucadele dikir. Lê niha li hemberî ehlê felsefeyê yên ku çûne dalaletê û ji mirovê muhtac û metel û muheyyîr re, Rîsaleyê Nûr, di hukmê Mesnewiyên berfireh û kullî de ne.

   NUQTEYA SISÊYAN: Ewî Seîdê Nû, bi munazara xwe, çawa nefs û şeytanê xwe mexlûb kir û da sekinandinê; Rîsaleyên Nûr jî, di zemanekî kin de, birînên talibên heqîqetê derman dike û her wuha ehlê îlhad û dalaletê jî, bi temamî îlzam û îskat dike. Nexwe, ev kitêba Mesnewiya Erebî, di hukmê dendik û şitilgeha (fîdangeh) Rîsaleyên Nûr de ye. Mucaheda evê kitêbê ya bi nefs û şeytan re

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat