Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Carna wesweseyeke awha tê hişê meriv, dibêje “Tu jî, wek heywanekî adî û bihokekî yî. Qiymeteke te ya ji heywan zêdetir çî ye? Him jî, li hemberî Xaliqê Zulcelalê ku erd û asîman hildaye destê qudreta xwe, çi meziyeta te û çito xizmetekî te heye ku bi te re meşxûl be?” Li hemberî evê wesweseyê, lazim e meriv heqîqeteke awha bifikire:

   1- Însan digel acz û feqra xwe ya bêdawî, bi îmana xwe, mazharê qudret û xina û îzzeta Xwedê Teala ye. Va ye, ji ber vê mazhariyetê, însan ji heywaniyetê derketiye û pêş ketiye û bûye xelîfeyê zemîn.

   2- Xwedê Teala, bi ezamet û îhata qudreta xwe, duayê însan dibhîse û hacatê wî tîne cîh. Û rêvebirî û tedbîra erd û asîman, nabe manî, ji eleqedariya bi însan re.

   Pirs: Îştixala Xweda Teala ya bi tiştên piçûk û cuzî û hesîs re, ma ne dijê ezameta Wî ye?

   Elcewab: Ew îştixal û mijûlayî, ne ziddê ezameta Wî ye. Bîlakîs, meşxûlnebûna Wî, kêmasiye ji ezameta rubûbiyeta Wî re. Mesela, hin tişt ku mehrûm û dervayê tava rojê bimînin, ev ji rojê re kêmasiyek e. Her wuha, her tîmsalekî rojê yê ku di tiştên şeffaf de tên xuyan, dikare bêje ku “Roj, ya min e. Roj, li ba min e. Roj, ji min e.” Û di navbera zerrat û rojê de, tu muzaheme / tengavî tune ye. Hemû mexlûqat –xasma di însanan de, çi ferdî, çi newî, çi şerîf, çi kerîh– li gor îlm û îrade û qudretê, mazharê tecelliya Xweda Teala nin. Her tiştek, her însanek, dikare bêje “Xweda, li ba min e.” Bîlxasse, li gor acz û feqr û zeîfiya însan, nêzîktayiya Xweda Teala û munasebeta her tiştî, bi Wî re heye. Digel vê yekê, Ew jî bi wan ve, eleqedar e. Û munasebeta însanê ku ecz û feqra wî ya bêhed heye, ya bi Xweda Teala yê ku xwedî qudret û xina û ezameta bêdawî re,  çiqas letîf û xweş e.

   Em ewî Zatî teqdîs dikin ku çawa lutfê herî mezin, kirye nav ezameta herî mezin; şefqeta herî bilind, kirye tevî ceberrût û dijwarîya herî bilind; her wusan jî, dûrbûna bêdawî, bi nêzîktiya bêdawî re civandiye û di navbera zerre û rojan de, biratî saz kiriye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat