Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ev misafirxaneya dunyayê, ne mal û milkê însan e. Lêbelê însan, wek emele û pale, di karên cûrbicûr ên wê misafirxaneyê de û di xemilandina wê de, dixebite. Ger yekî biyanî, ji dervayê de dunyayê were û bala xwe bidê ku misafirxane, xarîqe û mucîzane ye û însan jî aciz û feqîr û muhtac in; dê bi qetî hukum bikira ku, ev însanana, xwediyê wê îqtidarê nînin ku xwedî û senetkarê evê bînayê bin; lê Senetkarê senetekî awha xarîqe jî, mucîznuma ye. Û ev însanan pale û emele ne ku ji meqsedên ewî sultanî re dixebitin. Dê tekrar bi tekrar hukum bikira ku ev palanan, di vê bînayê de, xêncî ewê ucreta ku distînin, xwediyê tu tiştekî nînin. Û her wuha, kesê ku bala xwe bide wan kulîlkên ku xwe didin hezkirin û dinazin û dibişirin, dê fêhm bike ku ewana ji aliyê Hekîmekî Kerîm ve, ji bo wezîfeya xizmeta mêvanên xwe, hin xelat û xweşikayî nin; da ku di navbera Senetkar û senet de, bibe wesîla hevnasîn û hevhezkirinê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Tu dixwazî ku di her eserekî de, mezinaya Muessîr, bibînî. Lê tu wan maneyên ku xarîcî ne û li derva ne di nav maneyên zîhnî de digerî. Dixwazî ku di her yek esmayekî husna de, tîrojên hemû esma, bibînî. Dixwazî bi her yek latîfeyekî ve, zewqên hemû latîfeyan, tam bikî. Gava kar û hacetekî derheq hîssekî de bicîh tînî, dixwazî ku karên hemû hîssan jî bicîh bînî. Ji ber vê yekê, dibî marûzê ewham û wesweseyê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Nîmetekî ku gava umûmî û ji bo her kesî be, ev nabe delîl ji kêmqiymetî û bêgirîngiya wî re. Û nabe elamet ku ew nîmet, bi qest û îrade nîne. Mesela, nîmetê çav ku di hemû heywanan de ye; ev yeka, çawa îhtiyaca te ya zêde ya ji çav re, kêm nake; her wusa çav jî, ji qîmetê de naxe. Û dîsa, yek nîmetekî tenê û xusûsî, dibe ku hewaleyê tesadufê be, lê nîmetekî umûmî, bivênevê eserê qesd û îradeya nîmetbexşekî ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di jiyana her jîndarekî de, armancên bêhejmar hene. Ji van xayeyan, yê ku aidê însan e, ji hezarî, tenê yek e. Xayeyên din, li gor malîkiyeta wî ya bêhed, aidê wî zatî ye ku heyatê îcad kiriye. Êdî ku wusan e, heqê mexlûqekî mezin, tune ku xwe ji ser mexlûqekî piçûk re bigre û xwe qure bike. Û li gor heqîqetê, abesiyet jî, tune. Lewra hemû faîdeyên heyatekî, tenê aîdê jîndarekî nînin ku abes û vala be. Belê ziyafetê giştî yê îlahî ku her sal li rûyê zemîn tê dayîn, îkramek e ji bo xatirê xîlafetiya beşer. Ne ku hemû ji bo îstifadeya wî nin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat