Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Êdî ku wusan e, muhal e ku ev ziyafeta giştî û ev feyza umûmî, ji quwweteke kor bizê û çêbe; û fêkiyên van tiştan, hewaleyê destê tesaduf û îttifaqa ku wek lehîyê diherike, bibe. Lewra, şekl û şemalên wan tiştan ên muntazam û hakîmane û xasîyetên wanê muhkemê şuûrkarane, îttifaq û tesadufê, red dikin. Her wusa jî, ew erzanî û hêsanî û piranî ya di wê sifreya rehmetê de, şahid in û nîşan didin ku ew eşya, ji Cewwadekî Mutlaq, ji Hekîmekî Mutlaq, ji Qadîrekî Mutlaq tên.

   Î’lem, ey însanê mubtelayê sebeban! Xulqa sebebê û teqdîra sebebiyetê û techîza lewazim û pêdivîyên encama sebebê, ji xulqa netîca sebebê ya bi emrê Kun a Wî zatê ku li ba qudreta wî zerrat û rojên asîmanan, wek hev in; hêsantir û mezintir û bilindtir nîne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ew mirin û neman û tunebûna ku li dunyayê, xasma di heyatên heywanî û nebatî de tên xuyanê, bes îbaretê bi guherîn û nûbûna emsalan e. Li gora kesê bawermend, ne ku êş û elema firqetê, bîlakîs bi hatina emsalên ku dikevin şûna wan, tam û lezzeta wîsalê hasil dibe. Êdî ku wusan e, were îmanê; da ku ji xem û derdan emîn bî. Teslîmê qederê be, da ku silametiyê de bimînî.

    Î’lem eyyuhel ezîz! Esabiyet û taassûba cahiliyetê, mecuneke wusan e ku ji hevkariya xeflet û dalaletê û ji riya û zulmetê çêbûye û mil dane hev. Lewma, yên irqperest, irq û milliyetê, wek mebûd dihewînin. Lê xîret û hamiyeta Îslamê, taveke wusan e ku ji nûra îmanê pêl dide û diteîse.

    Î’lem eyyuhel ezîz! Kesên ku bi ehlê îlhadê re munazara dikin, xasma bi kesê ku muqellîdên Awrûpayê re; marûzê tehlîkeyeke mezin in. Lewra, ji ber ku nefsa wan bêtezkiye ye û ilmekî ku wî tetmîn û emîn bike, pê re tune; muhtemel e ku gav bi gav bibe mexlûbê xesmê xwe. Lewra, di munazaraya însafkarane da ku jê re muhakemeya bêterefane tê gotin emniyet bi nefsa emmare nabe. Lewra, munazirekî biînsaf, di qada munazarayeke xeyalî de, car caran cilê xesmê xwe, li xwe dike. Û wek wekîl û abûkatekî wî, wî mudafa dike. Ji ber ku bi tekrara evê rewşê, di hişê wî de, lekeyeke tenqîd û rexneyê çêdibe; zirar didê. Lêbelê ku niyeta wî xalis be û bi xwe bawer be, zirara wê tune. Yekî ku ketibe rewşeke awha, çareya xilasiya wî, îstixfar û dua ye. Bi vî awayî dikare ewê lekeyê, rake. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat