Belê, ewê ku ebd û xizmetkarê Xweda be, her tişt dibe xizmetkarê wî. Ev jî, bi wê îman û îzana ku her tişt mulk û malê Xweda ye, pêk tê.
Belê qudretê, însan bi awakî wusa xuliqandiye ku eleqedarê bi gelek daîreyan e.
Îqtîdar û îxtiyareke wusa kurt li însan hatiye dayîn ku destê wî, bes dighêje daîreke herî piçûk. Wezîfeya însan a di daîrên herî fireh ên ku ji erşê heta ferşê û ji ezel heta ebedê de, tenê dua ye.
Belê, ayeta kerîmeya
قُلْ مَايَعْبَؤُا بِكُمْ رَبِّى لَوْلاَ دُعَۤاؤُكُمْ
evê heqîqetê rohnî û îspat dike. Êdî ku wusan e, çawa ku zarok, tişta ku destê wî naghêjê, ji dê û bavê xwe dixwaze; ebd jî, bi ecz û feqra xwe, dexaletî Rebbê xwe dike û ji Xaliqê xwe dixwaze.
Î’lem eyyuhel ezîz! Ew yektiya di cins û cûre û tiştên ferdî de dixuyê, ji sirra wehdetê û ji yekbûna Sanî, tê. Lewra, quwet belav nabe. Di qudretê de, parbûn û perçebûna quwetê ya bi rengê ku ji hinekan re pir û ji hinekan re hindik bê sefkirin, tune ye. Ger wehdet nebûya, di serfiyata qudretê de cudatî hebûya, dê di mesnûat de jî, bênîzamî û tevlihevî çêbûya. Nexwe, teserrûfa qudretê ku bi wehdetê, li ser mesnûat çêdibe, wek rohnîdariya rojê ye ku rojek tenê, çawa –çi cuz û çi jî kul– bê cudahî, tavê dide her tiştî; bi tecelliya xwe jî, li ba her tiştî hazir e. Lewma, di wê roja mirî û miskîn û camîda ku di daîra maddiyatê de hatiye wezîfedarkirin û mazharê îsmê Nûr e de, bi saya sirrê wehdetê, ku teserrûfeke evqas biîntizam çêbe; teserrûfa Şemsê Ezelî, Sultanê Ebedî, Qeyyûmê Sermedî, Wacîbul Wucûd, Wahîdê Ehad a di mesnûetê de, dê çawa be?
Î’lem eyyuhel ezîz! Ji şahidên Sanî yên herî rast û durust:
Yê Pêşîn: Yekîtiyên ku di tiştên cuzî û kullî de, tên xuyan in. Lewra, ji zerre bigre hetta alemê, her tiştek bi wehdetê hatiye wesifandin û pê eleqedar e. Êdî ku wusan e, di Sanî de jî yektî, heye. Ew çax, Sanî Ehed e, yek e.