bi lez û bez diçe, dê dirikên jehrî, di wan destan re herin ku dirêjî lezzetên heram ên dunyayê dibin. Lewma, li wan tîrên dunyayê yên jehrî nenêre û destê xwe nevêjê. Êş û elema firqetê, ji lezzeta gihîştinê, girantir e.
Ey nefsa mina xerab! Ez li pey te nayêm. Tu ji çi re îbadetê dikî, bike û li dû çi diçî, here. Ez bes bi tenê dibim ebdê Wî Fatirê Hekîmê Zulcelal ku ez xuliqandime û hîv û roj û ev alem, ji min re kiriye emirber.
Û her wuha, hêvî û hewarê, ji Wî Xaliqê Rehman û Rehîm dixwazim ku teyareya umr, li diyarê qederê difirîne, yan jî li siyarê şîmendîfera zemanê ku wek birûskê ye, dike; ji tunêlên di navbera çiyayên heyatê re diborîne û sewqê deriyê tunêla qebra ku di hukmê îskeleya warê ebedul abadê de ye, dike.
Û her wuha, qe tu tiştekî nakim armanc û xaye, ji dua û dilîn, niyaz û zarîn, gazî û hewarên xwe re. Bes tenê dua û niyazê xwe, ji Wî Rebbê Zulcelal re erz û pêşkêş dikim ku kureya erdê tîne hereketê û qadirê sekinandina çerxên felekê ye û bicîhkirina hîv û rojê, tevgera zeman, aş û teskîn dike û dikare evê dunya ku ji şahîqeyên wucûdê de gêr dibe tê, aram û sakîn bike. Lewra, hêvî û hedefên min ên ku bi her tiştî re eleqedar in, hene.
Û her wuha, ji xêncî Wî Zatê Eqdes, îbadetê ji tu kesekî re nakim, ku Ew çawa bîr û xatiratê herî zirav û herî veşarî yên dilê min dibihîse û mêyl û emelên qelbê min têr û tatmîn dike; her wusa, qadirê dayîna seadeta ebedî ye ku aqil û xeyalên min jî, ewê ya temennî dikin. Belê, ew qudreta ku dunyayê diqulibîne axiretê û qiyametê radike, qadir e; ne aciz e. Zerreyek, nikare di nezera Wê qudretê de, xwe veşêre. Roj nikare bi wê mezinaya xwe qurre be û xwe gir bikuje û ji destê qudreta Wî, bifilite û xilas be. Belê, bi merîfet û nasîna Wî, êş û elem, diqulibin kêfxweşî û lezzetê. Belê, ku merîfeta Wî nebe; ilim dizivire ewhamê. Hikmet, diqulibin nexweşî û belayê. Hebûn, dibe tunebûn. Jiyan, vediguhere mirinê. Ronahî, vedigere tarîtiyê. Lezzet, difetilin gunehan. Belê, ku merîfeta Wî nebe, dost û ehbab, mal û milkê însan, dibin neyar û dijminê însan. Beqa, dibe bela. Kemal, dibe heba. Umir, dibe hewa. Jiyan, dibe jehr. Aqil, dibe zecr. Hêvî, diqulibin ax û zarê.