Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

ji wê dara hişk derdixe, qet tu tiştek giran nayê. Ev meseleyeke eyan û eşekere ye, li ber çavan e. Lê yên ku çavên wan kor in, nikarin bibînin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa ku her sûreyeke Qurana Mucîzul Beyan, mena Quranê tev, bi kurtayî di xwe de digre, her wusan jî, meqsed û qisseyên girîng ên sûreyên din jî, hildide nav xwe. Hikmeta evê yekê ev e ku, însanên ku wextê wî ji bo xwendina temamê Quranê musaît nebe û yan jî tenê qismekî wê yan jî sûrekî tenê dikarin bixwînin, ji bo ku ji sewabê xwendina hemû Quranê mehrûm nebin.

   Belê, ew ummî û nexwendayên di nav mukellefan de ne, tenê dikarin yek sûreyekî bixwînin. Îcaza Quranê ji bo ku wan jî mehrûm neke, evê nukteya îcazê teqîb kiriye û sûreyekî geraye hukmê hemû Quranê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Zatekî ku di pirbûn û kesretekê de ku mahiyeta wan cihêreng û dijberê hev in, teserruf dike, lazim nîne ku bizzat bi her cuzekî wê piraniyê re têkilî û temasa wî hebe.

   Belê, tenzîmat û teserrûfa qumandanekî ku di nav neferên esker de, bes bi emir û îrada wî pêk tê. Ger ew kar û wezîfa qumandantiyê, teslîmê neferên eskeran bibe, her neferekî esker lazim e ku bixwe eleqedar be û xizmet bike û her neferek, xwe mîna qumandan bihesibîne; paşê bes ew wezîfanan pêk bên.

   Lewma, tesarrufa Xwedê Teala ya di mexlûqat de, tenê bi emr û îradekî pêk tê. Temas û têkildariya bîzat tune –her wekî ku roj kaînatê rohnî dike–

   Î’lem eyyuhel ezîz! Însan di hêla heyatê de wusan e ku wek kevirekî ku ji çîya de bê û bikeve nav lehîyê, yan jî mîna kesekî ku ji qesreke bilind de bikeve û gêr bibe.

   Belê, qesra heyatê, hildişê. Teyareya umr, weke birûskê dibore. Zeman jî, dolabên lehiyê, bi bayê bezê dixebitîne û digerîne. Erd jî, mina gemî û keştiyekê, di ger û tevgereke bi sur’et de ye û ayeta

تَمُرُّ مَرَّ السَّحَابِ

dixwîne. Bila bê zanîn ku gava keştiya dunyayê 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat