Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Kî xwe bike malê Xwedê, hemû eşya, di lehê wî de ye. Û kî xwe neke malê Xweda, hemû tişt, dikeve eleyhê wî. Maneya ku “Merîv bibe mal û milkê Xweda” ew e ku meriv bi qelben terka her tiştî bike û bizanibe ku her tişt, ji Wî ye û dizivire bal Wî.

    Î’lem eyyuhel ezîz! Wucûda te ya ku Xwedê Teala îhsanê te kiriye û ew tiştên ku lazimê wucûdê ne, bi awakî temlîk nîne. Yanî mulkê te nîne û ji bo ku tu li gor kêfa dilê xwe bikarbînî, nîne. Di wan nîmetan de, tenê di daîreya riza Xweda de, dikarî teserruf bikî.

   Belê, mêvanek, bêyî îzn û riza xwediyê malê, nikare di xwarin û tiştên din de, îsraf û zêdegaviyê bike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Hinek merivên ku çavê wan perde hatine ser, heşr û neşrên xusûsî yên bêhed ku li ber çavan diqewimin, digel ku bi çavên xwe yên kor, dibînin; qiyameta mezin û heşra umûmî, çawa xerîb dibînin? Gelo merivê ku her sal, piştî ku heşr û neşrên fêkiyên darên ku kulîlk vedikin û fêkî didin, dibîne; heşra umûmî, dûrî aqilan bibîne, qet bîna wî teng nabe? Ger ew bixwazin bi awakî yeqîneke şûhûdî, bibînin –bi wî şertê ku aqilê xwe jî bi xwe re bînin– bila di demsala havînê de, herin baxçeyê rûyê zemîn. Gelo ew mexlûqatê narîn, ew mucîzeyên qudretê yên şirîn û hingivîn û letîf û nazik ku li ser çiqilên daran li ba dibin, qey ne wek yên sala berê ne, yanî ma ne mislê wan fêkiyan in ku par mirine û çûne?

   Eger wekî ku di însan de ruh heye û yek e, di wan de jî, ruh hebûya, û yek bûya, fêkiyên çûyî û hatî, ma ewê eynî hev nebûyana?

   Feqet ji ber ku ruhê wan tune, misliyet û mînandineke wusa di navbeyna wan de heye û rewşeke wusan nîşan didin ku ne bi temamî eynî û wekhev in û ne jî xeyrê hev in. Gelo ewê ku evê rewşa di fêkiyan de ye, bibîne; êdî heşrê, dûrî aqil dibîne?

   Û dîsa, ji wê qudreta ezelî re ku erzaq û xidayê ji wan fêkiyên wek tû û qeysiyên rûken re lazim in ku xeml û xweşikayiya xwe nîşan didin, bi asansorên manewî derdixe dîharê çiqila dara bilind û wan fêkîyan ji dareke hişk û zuha derdixe û çêdike û ewê dara zuha dixe rewşeke balkêş û tîne dike şiklekî entîke, ma qey heşra umûmî, qet giran tê? Haşa! Ji wê qudretê re ku evî mesnûatê letîf û nazik, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat