Zeylul Hubab
بسم الله الرحمن الرحيم
Em hemd û medh û senaya Xwedayekî wusa dikin ku ev alema mezin, îcada Wî ye. Û ev alema piçûk a ku jê re insan tê gotinê jî, îbda ya Wî ye. Yek înşa Wî; ya din, bîna Wî ye. Yek senetê Wî; ya din, sibxetê Wî ye. Yek neqşê Wî; ya din, xemla Wî ye. Yek rehmeta Wî, ya din nîmetê Wî ye. Yek qudreta Wî, ya din hikmeta Wî ye. Yek ezameta Wî, ya din rubûbiyeta Wî ye. Yek mexlûqê Wî, ya din mesnûê Wî ye. Yek milkê Wî, ya din memlûkê Wî ye. Yek mescîda Wî, ya din ebdê Wî ye. Belê, bi muhr û sikkeyên li ser wan ên îcazwarî sabît e ku ev tiştana hemû, bi tevaya cuzên xwe, mulk û malê Xweda ne.