Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Lê gava li sebeb û eşya bi xwe, were sipartin û hewalekirin, ewçax lazim e ku hemû muhalatê ku ji hukmên ehmeq û ûqala derketine, qebûl bikin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qurana Mucîzul Beyan, heqîqetan bi awayê gotinê pêşiyan, beyan dike. Lewra heqîqetên manewî yên aidê daîra ûlûhiyetê, di daîra alema hanê ya mumkînatê de, bes bi mîsal û mînakan, tê beyankirin. Însanê ku mumkîn û miskîn e jî, di daîra îmkanê de, li mîsalan dinêre û wuhareng rewş û kar û barê daîra wucûba ku li serdest û serfêza wî ye, difikire.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Hundirê her tiştî, wek “melekût” tê bi navkirin, ji dervayê wî re jî, “mulk” tê gotinê. Ji ber vê qasê, însan û qelb, ji hevdu re, him dibin zerf û him jî, mezrûf. Lewra însan bi aliyê mulk ve, dibe zerfê qelb. Bi aliyê melekûtê ve jî, mezrûf e.

   Ev qaîdeya han, derheq erş û kewnê de jî, carî ye. Awha ku:

   Erş, têkel û xalîteya navên Zahir, Batin, Ewwel, Axir in. Li gor îsmê Zahirê ku ji vê xalîteyê ye, erş dibe mulk, kewn dibe melekût. Li gor îsmê Batin erş dibe melekût, kewn jî dibe mulk. Nexwe, gava erş, bi nêrîna îsmê Zahir, bê temaşe kirin, bi xwe dibe zerf, kewn jî dibe mezrûf. Gava bi çavê îsmê Batin bê nihêrîn, bi xwe mezrûf, kewn dibe zerf. Û dîsa, li gor îsmê Ewwel, destpêka kewn û kainatê ku ayeta 

وَكَانَ عَرْشُهُ عَلَى الْمَٓاءِ

îşaret dike, digre nav xwe. Li gor îsmê Axir, dawiya kewnê ku hedîsa

سَقْفُ الْجَنَّةِ عَرْشُ الرَّحْمنِ

nîşan dide, hildide nav xwe.

   Nexwe, erş, xelîteyeke wusan e ku bi hisseyên ku ji van her çar navan hildaye, çep û rast û ser û binê kewn û wucûdê, rapêçaye û îhata kiriye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ecz, madena gazî û hewarê ye. Îhtiyac, çavkaniya dua ye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat