Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

gava ji ber erizeyekî winda dibe, ji ber tunebûna ferasetê û korbûna basîretê, roja rastîn înkar dikin. Û dîsa, ew ebleh, wucûda zilliya ku bi tecelliyê pêk tê û wucûda heqîqî û rastîn, ji hev dernaxin û tevlihev dikin. Lewma, gava tîmsal û siya rojê, di tiştekî de dibînin, dest pêdikin tav û tîn û taybendmendîyên wê yên din jî, dixwazin.

   Û dîsa hinek bêhiş, gava li tiştên piçûk û hesîs ên wek mêş û bihokan dinhêrin, dibînin ku di wan de, eserê senet û hikmetekî pir bilind heye û lewma dibêjin: “Sanî, pir zêde ehemiyet daye vana. Çi qîmeteke mêşekê heye ku bibe sebebê ev qas mesref û kulfetê”.

   Heval! Ji bo îqna û serwextkirina ebleh û ehmeqên awha û def’a muşkîla wan, lazim e ku çar tişt bên zanînê.

   Yê ewil: Her tiştê ku eleqeya wî bi kemala rûbûbiyeta Xwedê Teala re hebe, Wî tewsîf dike. Lê ew tişta, ji ber ku bûye mazharê rûbûbiyeta Wî, dibe warê tecelliya kemala Wî jî. Feqet bi wê kemalê ve, muttesif nabe.

   Yê duduyan: Di her tiştî de, deriyekî vedibe ji bo nûra Xwedê Telala. Gava ji wan deriyan, yekî wî hate girtin, îcab nake ku ewan deriyên bêhed û bêhesab jî, werin girtinê. Heta mumkun e ku hemû derî bi miftekî werin, vekirin.

   Yê sisêyan: Qedera ku ji ilmê muhît înîqas dike û diteîse, di her tiştî de, ji esmayê nûriye, hissekî fesilandiye û tersîm kiriye.

   Yê çaran: Li gor beyana eşkere ya van ayetan   

اِنَّمَۤا اَمْرُهُۤ اِذَۤا اَرَادَ شَيْئًا اَنْ يَقُولَ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ

 

مَا خَلْقُكُمْ وَلاَ بَعْثُكُمْ اِلاَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ

çawa wucûda her tiştî, girêdayî bi emrê “kun” e, îcada hemû tiştan û vejiyandin û îhya wana piştî mirinê, mina îcad û îhya nefsekî tenê ye. Nexwe, gava îcad, îsnadê Xwedê be, evqas rihet û hêsa dibe. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat