Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Hal ew hal e, gava ku wusa be, hîkmet, înayet, întizam û delîl û burhanên tunebûna abesiyet û îsrafê yên li ser rûyê erdê ku bi şahidiya nîzamên kainatê yên bêdawî, tên xuyanê, lazim e ku makûse û berevajî bin û bibin delîl û burhanên abesiyet û bêkêrtiyê, bê întizamiyê, tunebûna hikmetê.

   Ey heval! Faîdeyên evê heyata dunyayê gelek in. Ji wan faîdeyan, piştî ku hisseyek –li gor xizmet û xebata wî– ji xwediyê wê heyatê re hate veqetandin, xaye û fêkiyên mayî, tev aîdê Fatirê Hekîm in. Belê, însan û heyata însan wek zeviyekî ye, ji tecelliyên esmayê îlahî re. Û di cenenetê de, ji cîlweyên cûreyên rehmeta îlahî re mazhar in. Û ji bo fêkiyên heyata axiretê yên xarîqe û bêdawî, şitilgeh e, yan jî dendikek e. Nexwe, însan wek qaptanê gemî û keştîyekê ye. Qaptan li gor xebat û xizmeta ku kiriye, ji faîdeyên gemiyê yên bêdawî, tê parmend kirin. Qismên mayî, aidê Sultan e. Însan jî, li gor eleqedariya bi gemiya wucûda xwe re, ji wan fêkiyên wucûda xwe yên heyatdar, hissa xwe hildide. Yên din, yê Sultanê Ezelî ne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Gava ku meriv Xaliqê xwe, Malikê xwe, Xwedayê xwe nizanibe, tam û lezzet û zîneta dunyayê, cennet be jî, cehennem e. Belê, min wusa dît û wusa jî tam kir. Baxusûs, xêncî merîfetullahê, ka tiştekî ku agirê şefqetê bitemirîne, heye? Belê, gava ku merîfetullah hebe, çawa îştaha meriv ya ji bo lezetên dunyayê namîne, her wusa jî, îştiyaq û hewesa ji bo cennetê jî, paşta de dimîne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Her tiştekî ku li dunyayê diqewime û tête holê, du aliyên wî hene. Yekî wî, li axiretê dinêre ku di heqîqetê de, aliyê herî sabît, herî giran, eva ye. Yê dudûyan, li dunyayê, li nefsê, li hewayê dinêre. Ev alî, ji ber ku sivik û piçûk û pûç e, di derekekî wusa de ye ku ne hêja û baîsê xem û keder û fikr û eleqa qelb e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Hin însanên wusa bêhiş hene ku di zerreyekî şeffaf de, tîmsala rojê yan jî li rengê kulîlkekê, tecelliya wê bibîne; ji eks û tecelliya ewê rojê, hemû lewazimên roja rastîn û hetta merkeziyeta wê ya ji alemê re û cezba wê ya ji gersitêrkan re jî dixwazin. Her wuha, ew tecellî û tîmsala ku di kulîlk û zerreyekî de dibîne, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat