Û dîsa, çawa ku dendikê xurmeyê, bi dara xurmeyê hemle ye; eynî wusa jî, bi hedsê qetî’ min dît ku di hebbeya îmanê de jî, cennet heye.
Lewra, çawa ku guherîn û qulibîna wan dendikan a bi bal daran, xerîb nîne; her wusa jî, mena kufr û dalaletê ku meriv dibine cehennemê û îman û hîdayeta ku cennetê encam didin, ne dûrî aqilan ne.
Î’lem eyyuhel ezîz! Dilê hebika toximekî, yanî hundirê wê, gava were qul kirin, helbet zîl nade û hêşîn û geş nabe; dirize, diçe. Her wuha, gava qelbê enaniyeta ku jê re ene tê gotin, bi tîn û tîroja zikrê Ellah, Ellah ve, bişewite û were qul kirin, mezin nabe û bi xefletê nabe Firewn. Û nikare ji Xaliqê erd û asîman re îsyan bike. Bi saya wî zikrê îlahî, ene mehv dibe.
Han, Neqşebendiyan, bi saya zikrê xefî ku derheq zikir de, wek esasekî qebûl kirine, fetha qelb pêk anîne û muwafaqê kuştina mîkroba ene yê û enaniyetê bûne; her wuha, serfirazê serî şikandina nefsa ku emirberê şeytan e, bûne. Her wusa jî, Qadirî, bi saya zikrê cerhî, taxûtên tebîatê, tar û mar kirine.
Î’lem eyyuhel ezîz! Di alemê de, çawa li ser rûyê her tiştî, eserên hikmetê tên xuyanê; li ser tebeqeyên kesretê yên herî fireh, herî zirav de jî, eserên hikmetê û îhtimamê tên dîtin. Belê, li ser rûpela rû û cild û cebhet û enî û kefa destê insan de ku encam û dawiya kesret û tekessurê ye, gelek xêz û xet û neqş û nîşan hatine nivîsîn. Melûm e ku ew kelîme û herf û noqte û herekeyên ku di van rûpelên însan de hatine nivîsîn, çawa îşaretê mane û manewiyatên ruhê însan dikin; her wusa jî, delaletê mektûbên ku di fitreta wî de, ji aliyê qederê ve hatiye nivîsin jî, dikin. Heval, haşiyeya ku qederê li rûpelên borî yên însan nivîsiye, tu cîh û gedûgek ji tesaduf û îttifaqê re nehîştiye.
Î’lem eyyuhel ezîz! Hinek insanê ku bi eşq û evîn, muptelayê heyata evê dunyayê bûne, wusa zen dikin ku armanc û xayeya çêbûna evê heyatê, tenê xizmet û dewama ewê heyatê ye û faîdeyeke wê ya din tune ye. Yanî, wer dizanin ku ew hemû cîhazên balkêş û teçhîzatê xarîqe yên ku Fatirê Hekîm di jîndar û cewherê însan de, bi emanetî daniye, tenê ji bona hifz û beqa evê heyata ku wek bayê bezê, diçe zewal û nemanê, hatine dayînê.