Êdî ku wusan e, wezîfa we ya zarûrî, îhya û vejîn û hifza şeaîran e. Wer ne, hûnê bi nezanî, alîkariya dijminê zana bikin. Sistî û qelsî ya derheq şeaîr de, jarî û zeîfiya mîlliyetê, nîşan dide. Zeîftî jî, dijmin nade sakinandinê, dir û gur dike.
حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
نِعْمَ الْمَوْلٰى وَنِعْمَ النَّصِيرُ
Î’lem eyyuhel ezîz! Gava tu li ser burhan û delîlên ku ji bona îspata heqîqetên îmanê hatine derpêşkirin, kûr dibî, tetqîq dikî; rexneyeke bi vî rengî neke û nebêje: “Ev delîlê zeîf û naîf, nikare evê encama muezzem derxîne holê”. Lewra li çep û rastê ewî delîlê ku tu bi zeîftiyê îttiham dikî, gellek quwwet û qite’yên teqwiye û piştgiriyê hene. Belê, her yekî ji wan şahid û şehîd û burhan û delîl û nîşan in ku delaletê rastiya Îslamiyetê dikin. Di wê meydana mudafayê de, hevalê xwe diparêzin û her wuha rapora sihheta wî îmza dikin û tesdîqa silametiya wî dikin. Ew jî, ji ilim û rapora wan re dibe pispor û jûrî. Lewra, hedefa heqîqetên îmanê, subût e û erênî ye, ne nefiy û neyênî ye. Kesê ku tiştekî sabît nîşan bide, yekî wî, mîna hezarî ye. Zîra, di behsa subûtê de, evê ku nîşan didin, ji ber ku awayê nîşandayîna wan, muwafiq û mîna hev e, her yekî wî, yê din, tesdîq û paqij dike. Lê di mijara ketm û înkarê de, kesên ku tiştekî ketm û înkar dikin, gotin û şahidiya wan, ne mîna hev in. Ji nefya xwe re sebebên cihêreng nîşan didin. Loma, şahidiya wan, ji sihheta hevdu re, nabin delîl. Lewra tewafuq û lihevhatin tune.
Î’lem eyyuhel ezîz! Carnan zêde hezkirna ji tiştekî, (tiştê ku pirî tê hezkirinê, tê înkarkirinê) dibe sebebê înkara ewî tiştî. Û her wuha, tirsa zehf û ezamet û mezinahiya gewre û tengîya hiş û kêmaqilî jî, dibin sebebê înkarê.
Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa ku di dendikê henzeleyê de, dara henzeleyê hatiye bicîhkirin, min bi yeqîneke şûhûdî û bi çavê xwe dît ku di toximê kufr û dalaletê de jî, cehennem hatiye veşartin.