Tenê ji ber xeflet û dalaletê, yek îhtimaleke xelasiyê heye. Gelo ji bo îhmal û terka ferzan ku ji dîn û dunyayê re zirar e, bahane çî ye? Hamîyet û xîret, çawa musade dide?
Baxusûs, kar û kirinên evê koma mucahîdan û evê meclîsê, tên teqlîd û teqîb kirin. Dê millet qusûrên wan, yan teqlîd bike û yan jî tenkîd û rexne bike. Her du jî, zirar in. Nexwe di wan de, huqûqullah, huqûqa îbad û însan jî, îhtiwa dike. Bi merivên ku guh nedin xeber û delîlên bêhed ku sirra tewaturê û îcmaya ummetê îhtiwa dikin û wehmeke ku ji safsataya nefsê û wesweseya şeytan tê, qebûl dikin ve, kar û xebateke heqîqî û ciddî, pêk nayê.
Bingeh û binyada evê înqilaba mezin, xurt û qewîn divê. Şexsê manewî ya evê meclîsê –bi sebeb quweta ku di dest de ye– maneya hukumdarî û rêvebiriyê, hildaye ser milê xwe. Ger bi îmtisal û rewacdana şearê Îslamê, maneya xîlafetê jî, bi wekaletî hilnede ser milê xwe; meclîs îhtiyaca dînî ya evî milletê ku ji bo heyatê muhtacê çar tiştan e, lêbelê bi ananeya dewamdar, di rojê de, herî kêm pênc cara muhtacê dîn e û fitreta wî xerab nebûye û bi hewa û hewesên medeniyetê, îhtiyaca ruhiya xwe ji bîr nekiriye, têr û tetmîn neke; bivênevê, ew xîlafeta ku we qebûl kiriye, dê li bal wan, îbaretê ji lefz û nav, bimîne. Ji bo domandina wê maneyê jî, dê quwetê jî, bide. Hal ew hal e ku, quweteke awha ku di destê meclîsê de nebe û bi rêya meclîsê nebe, dê bibe sebebê xerabûna yektiyê. Xerabûn û hevdaketina yekitiyê jî, dijê ayeta
وَاعْتَصِمُوا بِحَبْلِ اللّٰهِ جَمِيعًا
ê ye. Dem, dema cemaetê ye. Şexsê manewî ku ruhê cemaetê ye, bi hêztir û xurttir e. Û qadirtir e, ji tenfîz û tetbîqa ehkamê şer'î re. Xelîfeyê şexsî, bes bi piştgiriya wê, dikare wezîfan pêk bîne. Şexsê manewi ku ruhê cemaetê ye, gava musteqîm be, pir zêde rewnaq û kamil dibe. Şayet xerab û fena be, zehf zêde, xerab dibe. Qenciya şexsan û xerabiya wan jî, hindik e, mehdûd e. Lê ya cemaetê, bêhed e. Qenciya ku we li hemberî derva qezenc kir, bi xerabiya li hundur ve, hevda nexin û hilneşînin. Melûmê we ye ku dij û dijmin û neyarên we yên ebedî, şeaîrê Îslamê xerab dikin.