êrîşê alema Îslamê dike û ji demeke dirêj de ye ku maddeten xalib e; lê aliyê dînî de bi serneket û xalibiyet bi dest nexist. Û her wuha, di serdemeke wuha de ku firqeyên batilên alema Îslamê jî ku her yeke wê di hundir de, wek kêmayetiyên marjînal ên muzir, mehkûm man e û Îslamiyetê, salabet û berxwedarîya xwe, bi sunnet û cemaetê muhefeze dike, cereyan û zîhniyeteke laûbaliyane û bîdakarane ku ji qismê medeniyeta Awrûpayê ya xebîs û pîs diherike tê, di sine û sîngê wê de, cîh nagre. Nexwe, pêkanîna karekî şoreşane û înqilabwarî ya di nav alema Îslamê de, girêdayî înqiyada bi dustûrên Îslamiyetê ne, wekî din nabe. Him nebûye. Ku bûbe jî, zû mirî ye û temirî ye.
Ya heyştan: Di serdemeke lerzîn û veçirîna medeniyeta Awrûpayê ya sefîhane de ku bûye sebebê zeîfiya dîn û di zemanekî nêzîkbûna zuhûra medeniyeta Quranê, bi awakî laqeydane û îhmalkarane, karekî bikêr, nayê kirin. Lê karê menfî yê texrîbkarane jî, jixwe îhtiyaca Îslamê ya ku marûzê evqas derbeyan bûye, pê tune ye.
Ya nehan: Yên ku evê muzefferiyeta we ya Herba Îstiqlalê û xizmetên we yên hêja teqdîr dikin û ji dil û can ji we hez dikin, tevaya xelqê misilman e. Û xasma, tebaqa ewam e ku muslumanên samîmî ne. Ji dil ji we hez dikin û piştevaniya we dikin û minnettarê we ne û fedakariya we, teqdîr dikin. Û hêzeke hişyarbûyî ya dijwar û mezin, pêşkêşî we dikin. Li ser navê mesleheta Îslamê zarûrî ye ku hûn jî, emrên Quranê pêk bînin û bi wan re têkildar û hevkar bin. Wer ne, ger muqellîdên fireng û bedbext û bêeslên ku xwe ji Îslamiyetê kirine û bengî û heyranê Awrûpayê ne, li ser xelkê musluman re bigrî, ji ber ku ev dijê mesleheta Îslamê ye; alema Îslamê, dê nezera xwe bizîvirîne ber bi alîkî din û ji dereke din hêvîdar û medetxwaz be.
Ya dehan: Di rêyekî de, ji deh payan, neh payê wê de, îhtimala helaketê û yek îhtimaleke xelasiyê hebe; dînekî cesûrê ku “xwîna wî ketiye çavê wî” lazim e ku di wê rêyê de, here. Aniha, pêkanîna ferzên dîn de, wek nimêja ku ji bîst û çar sietan, tenê sietek digre, ji sedî nod û neh îhtimala xelasiyê, tê de heye. Tenê bi sebeb xeflet û teraliyê, dibe ku yek îhtimaleke zerara dunyayê hebe. Hale hale, di terka ferzan de, nod û neh îhtîmalên zirarê hene.