Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ya sisêyan: We ji xazî û şuheda re ku di hukmê ewliyaullah de ne, qumandarî kir. Şanê yên wek we alî hîmmetan e ku bi pêkanîna emrên qetî yên Quranê, li alema din jî, qesta hevalbendiya ewê koma nûranî bikin. Eger na, hûn ku li vir qumandan bûn, dê li wir mecbûrê medetxwaziya nûra ji neferekî bin. Ev dunya denî û genî, bi hemû şan û şerefa xwe, metayekî wusa nîne ku însanên wekî we, têr û tatmîn bike û bibe armanc û xaye.

   Ya çaran: Cimaetên evî milletê Îslamê –her çiqas civatek bênimêj bimîne, fasiq be jî, dîsa– dixwazin ku yên li ser wan, dîndar bin. Hetta li hemû Kurdistanê, derheq hemû memûran de, tişta ku herî ewwil dipirsin, ev bû ye: “Gelo nimêj dike?” Ku nimêjkar be, emniyeteke bê qeyd û şert, pê dikin. Ger nimêj neke, çiqas jêhatî be jî, li bal wan, bi tomet û tawanbar e. Zemanekî li nav eşîrên Beytuşşebabê de, îsyan derketibû. Ez çûm, min pirsî: “Sebeb çî ye?” Gotin: “Qaymeqamê me, nimêj nedikir. Eraq vedixwar. Emê çawa ji bêdîn ên wusa re îtaetê bikin?” Ewên ku evê gotinê digotin jî, merivên bênimêj bûn; him jî eşqiya bûn.

   Ya pêncan: Hatina piraniya pêxemberan a li şerq û rojhilatê, derketina zehfê hukema û fîlozofan a ji xerb û rojava, îşareteke qedera ezelî ye: tişta ku dê rojhilatê rake ser piyan, dîn û qelb e; aqil û felsefe nîne. Madem we, rojhilat hişyar kir, cereyaneke li gor rastiya wê, bidinê. Wer ne be, xebata we dê roda here û heba bibe yan jî muweqqet û demî, sethî û ser re dimîne. 

   Ya şeşan: Îngilîzê leînê ku dijminê we û dijminê Îslamê ye, ji sistiya we ya di dîn de, pir îstifade kir û dike. Hetta dikarim bêjim ku tişta qasî Yûnan zirar da Îslamê, ew meriv in ku ji îhmala we ya di dîn de, îstifade kirin. Lazim e ku hûn li ser navê mesleheta Îslamê û selametiya millet, evê îhmalê, bizivirînin kar û emelê. Ma nayê xuyan ku Îttihadîyan, digel ewqas fedakarî û ezm û sebata wan a xarîqe û hetta di alîkî de, sebebên evê hişayariya Îslamê ya niha ne jî, ji bela ku di dîn de, hinekî sist û laûbalî bûn, ji milletê daxîlî û hundir, nefret û rûsarî dîtin. Muslimanên xaricî û der, ji ber ku îhmala wan a di dîn de nedîtin, hurmet nîşan danê.

   Ya heftan: Alema kufrê, digel ku bi hemû wasiteyên xwe ve, bi medeniyeta xwe, bi felsefeya xwe, bi fennên xwe, bi mîsyonerên xwe, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat