Sûretê bang û xutbeyekê ye ku min di tarîxa
1339 1 an de xîtabê Meclîsa Mebûsan kiriye
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اِنَّ الصَّلاَةَ كَانَتْ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ كِتَابًا مَوْقُوتًا
يَا اَيُّهَا الْمَبْعُوثُونَ اِنَّكُمْ لَمَبْعُوثُونَ لِيَوْمٍ عَظِيمٍ
Ey mucahîdînê Îslam! Ey ehlê hall wel aqd! 2 Guhdariya çend şîret û deh gotinên evî feqîrî yên derheq meseleyekî de, ji we rica dikim.
Ya ewil: Ev nîmeta îlahî ya evê zafera xarîqulade, şukrekî dixwaze; da ku dewam bike, zêde bibe. Yan na, nîmetê ku şukrê nebîne, ji dest diçe. Madem ku we bi alîkariya Xwedê, Quran ji êrîşa dijmin xelas kir, lazim e ku hûn ferzên wek nimêja ku emrê Quranê yê herî eşkere û herî qetî ye, bicîh bînin. Da ku feyz û bereketa wê, awha bi awakî xarîqe, li ser we, tewalî û berdewamdar be.
Ya dudûyan: We, alema Îslamê dilşah û kêfxweş kir; muhebbet û eleqa wan, qezenc kir. Lêbelê dewama ewê muhebbet û eleqedariyê, bi cîhanîna şeaîrên Îslamiyetê, pêk tê. Zîra musluman, li ser navê Îslamiyetê, ji we hez dikin.