Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

wehmî û hewayî ve, mijûl be; dibe mexlûbê wan wesweseyan. Bes  çareya def’ û dûrxistin û mexlûbkirina wan, terkkirina mudafayê ye û destberdana mucadela bi wan re ye û meşxul nebûna bi wan re ye. Belê, meriv çiqas bi mêş û moza hingiv re mijûl be û pê de bikeve, ewana, ewqas hucûma xwe, zêde dikin. Gava meriv bi wan ve nekeve û têkilî wan nebe, terka meriva dikin, diçin. Him jî, wesweseyên bi vî rengî, ne ji heqîqetên îlahî re  û ne jî, ji qelbê te re, tu zerareke wan tune. Belê, gava meriv ji kulek û paceka gemarî ya xanîkî re, li roj û sitêrkên asîman, li gul û kulîlkên cennetê binêre û temaşe ke, ew qirêjî û gemara kulek û pacê, ne li wî kesê ku dinêre, digere û ne jî bi tişta lê tê nihêrîn ve digre û tesîreke wê ya xerab, çênabe. 1

   Î’lem eyyuhe's-Seîd! Ev çi xurûr e û ev çi xeflet e; ev çi heşmet û quretî ye? Ev çi îstixna û bêminnetî ye? Îxtiyar û îradeya di destê te de, wek mûyekî ye. Hêz û îqtidara te, qasî zerrekî ye.

   Û heyata te, temirî; tenê tîrêjek ma. Emrê te çû, hişê te pûç bû, çirûskek ma. Şuhreta te borî, tenê gavek ma.

   Zemanê te derbas bû, ka xêncî qebrê, tu cîhekî ji te re heye?  Bêçare!

   Ma ji ecz û feqra te re hudûdek heye? Emel û xwestekên te, bêhed in. Ecelê te, nêz e.

   Belê, însanekî awha ji îxtiyar û îqtidarê xalî;

   Bi vê ecz û feqrê, dê çawa derkeve ji vî halî?

   Lazim e ku meriv bi eczeke awha, îtimadê Xaliqê Rehmanu’r-Rehîm bike ku Ew xwediyê xezîneyên rehmetê ye.

   Ew e ku ji her kesî re nuqta sipartinê û îstinadê.

   Ew e ku ji her kesî re dergahê hêvî û îstimdadê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat