dendikê dertê, kêmtir nîne. Lewma, Saniê Zulcelal, him ewwel e, him axir; him zahir e, him batin.
وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Î’lem eyyuhel ezîz! Mucîzewarîya Quranê, ji tehrîf û hêrifîna wê re, bûye sûr û sed. Belê, Quran madem mucîze ye, beşer nikare teqlîda wê bike. Ne mumkin e ku ayatê wê, bi lefz û kelamên din ve, tevlihev bin û werin guhirandinê û bên tehrîfkirinê. Lewra, kesên mufessîr û nivîskar û wergêr, nikarin kîswe û şêweyên xwe yên muharref û hêrifî, bi kîsweyên ayetan re, tevlihev bikin. Di ayetan de, muhr û nîşana îcazê heye. Ew kelam û gotinên ku di bin wê muhrê de nîn bin, wek ayat naynê hesibînê. Êdî ku wusan e; î’caz/mucîzewarî, guherîn û tehrîf û hêrifînê, qebûl nake.
Î’lem eyyuhel ezîz! Qurana Kerîm, gava nîmet û ayet û delîlan dijmêre, ji ber ku ayata
فَبِأَىِّ اٰلاَءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
ê, bi tekrar zikir dike; lewma delaleteke wê ya awha heye ku: Rewşeke cin û însanan a ku îsyan ên wan ên herî zêde û tuxyanên wan ên herî dijwar û kufranên wan ên herî mezin, derdixe holê, ev e ku; di nava nîmetê de, înam û nîmetdariyê nabînin. Ji bela ku înam û îkramdarîyê nabînin, lewma ji Nîmetbexşê Heqîqî xeflet dikin. Bi sewqa xefleta ji Munîm, yanî Nîmetbexş, ewan nîmetanan, dispêrin sebeb û tesadufan û hatina wan a ji Xwedê Telala, ketim dikin. Ji ber vê qasê, yê ku mumîn e, di destpêka her nîmetekî de, bila besmeleyê bixwîne. Bi wê qesta ku ew nîmet ji Xweda ne û bizanibe ku bes bi navê Xweda û li ser hesabê Xweda digre, hildide. Û wuhareng, li hemberî nîmetdarî û keremkariya Xweda, minnetar û şukurdar be.
Î’lem eyyuhel ezîz! Hin cara însan, gava bi qelb û aqlê xwe, li heqîqetên îlahî dinêre û difikire, xasma di esnayê nimêj û îbadetê de, ha ji teref şeytan ve û ha jî, ji teref nefsa meriv ve, xeyal û xatire û wesweseyên pîs û xirab û nerind, wek mêş û moza, êrîşê aqil û qelbê meriv dikin. Ew insanê ku bi def’a van tiştên awha xerab û