Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

dareke hêjîrê ya qerrase derdixe û qawunekî terikî, bi qemçikekî zirav ve girê dide û jê derdixe, qe tu tiştek giran nayê. Hebûn û eyanbûna xwediyê qudreteke ku awha bi mucîzeyên xwe ve melûm e, ji hebûn û eyanbûna kaînatê eşkeretir e. Lewra, her mesnûek (sene’tek), bi rêya dîtinê (çav) ve, bi çend heb aliyan, delaletê ser nefsa xwe, dike. Lêbelê him bi çav, him jî aqlen, bi gelek aliyan, delaletê ser Saniê xwe dike. Û wucûda kîjan mesnû’î, ji sebeban were xwestin, ku hemû sebeb kom bin û ji hev re alîkar bin jî, nikarin mesnûekî mînanî wî, çêkin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meydana aqil û fikrê însan, wusa fireh e ku dorpêçkirina wê, ne mumkun e û ewqas teng e ku derzî tê de bicîh nabe. Belê, carna di nava zerreyê de digere, di nav dilopê de sobanî dike, di nuqtekî de hepis dibe. Carna jî, alemê wek zebeşekî dide destê xwe û kaînatê bi mêvanî tîne û di oda aqilê xwe de dike mêvan. Carna jî, ewqas ji heddê xwe dertê û derdikeve diyarê bilind ku dixwaze Wacîbul Wucûd bibîne. Carna jî piçûk dibe, dibe weke zerreyê. Carna jî qasî asîman mezin dibe. Carna jî dikeve hundirê dilopekî. Carna jî fitret û xilqetê digre nav xwe.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Nîmetên ku Xwedê Teala dide însan –çi yên afaqî û yên der û çi jî yên enfûsî û hundirîn– di bin hinek şertan de, tên dighêjin însan. Mesela, ji bo îstifadeya însan a ji nîmetên wek tav, hewa, xwarin, deng, bes bi vekirina wasiteyên wek çev, dev, guh, poz, pêk tên. Ev wasiteyên han, bi xulq û îcada Xweda, çêdibin. Kesb û tercîha di destê însan de, tenê ew e ku wan wasiteyan veke.

   Lewma, bila zen neke ku ewan nîmetanan, her wekî ku di rê de dîtibe, bêxwedî û bêhesab in. Tenê bi qesta Munîmê Heqîqî, tên; însan jî, bi emd û îradeya xwe, hildide, digre. Paşê, bi îradeya yê ku ew îkram û înam kiriye û li gor îhtiyacê, di bedena wî de, belav dibe.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Dawî û paşiya her tiştekî, di aliyê întizam û rindiyê de, çawa ji destpêka wî, kêmtir nîne. Her wusa jî, zahir û dervayê wî, di hêla huner û hikmetê ve, ji batin û hundirê wî, rindtir nîne. Ew çax, esl û esasê eşya û axirî û aqûbeta wan, bêxwedî zen neke; hewaleyê tesadufan neke. Kulîlk û eserê sene’et û hikmeta ku ji fêkiya kulîlkê dertê, ji dendikê û eserê senet û neqşê ku ji zîla 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat