Ya dudûyan: Ji ber sirra muqabeleyê, nîspeta eksa lambeyeke di merkezê de, ya li neynikên ku daîrê pêk tînin, yek e.
Ya sisêyan: Îstifadeya ji ronahî û tava tiştekî ronak û nûranî de, yek û hezar, yek in. Xusûsiyet û îktizaya tiştên nûranî, wusa ne.
Ya çaran: Ji ber sirra muwazeneyê, di her du kefeyên mêzineke hessas de, du gûz yan jî du roj hebin; li kîjan kefeyê, tiştek barbe, ew kefeya dê berjêr bibe û ya dinê jî berjor rabe.
Ya pêncan: Derheq sewq û ajotina keştiyeke mezin û yeke pir piçûk de, ferq tune. –Qaptan hezkî bila zarokek be, hezdikî bila yekî mezin be– Lewra întizam heye.
Ya şeşan: Nîsbeta mahiyeteke mamewî ya wek heywanê natiq a li ferdên wê yên piçûk û mezin, yek e.
Xulase: Bi van mîsalan ve, eyan û eşkere bû ku, di sipartin û îstinada tiştan, ya bi bal yek tiştekî de, di navbera pir û hindik, piçûk û mezin de, ferq tune ye. Lewma, li hemberî întizam û muwazene û qanûnên xilqetê, ji ber sirên wek îmtîsal û îtaat û nûraniyeta qudreta ezelî û şefafiyeta esl û feslê eşya; îhya û vejiyandina mêşekê û hemû erdê, çêkirina darekê û asîman, xulqa zerreyekê û rojê, li cem Wacîbul Wucûd, yek in. Belê, wekhevî û bêfirqiyeta wan, li ber çava ye, tê xuyanê. Binêr! Ku neqş û sene’tên qudreta ezelî yên ku xasma di fêkî û sewzeyan de ne, hewaleyê sebeban be, dê sebeb di binî de bipelçiqin.
Elhasil, di îcada tiştên heyatî û wucûdî û nûranî de, sê xal hene:
Xala Ewil: Ji bo ku qudreta îlahî, bi tiştên piçûk û hesîs re, zahîren mubaşeret û temasa wê çênebe, sebeb hatine danîn.
Xala Dudûyan: Ji ber ku hundirê heyat û wucûd û nûrê jî, wek dervayê wan, şeffaf e; sebebên ku wek perdeyên tîr û tarî û maddî ne, di wan de, nehatine danîn. Her çiqas, tenê wasiteyên ku herwekî mîna perdeyên pir tenik û nazik in, hebin jî; di binî de, destê qudretê, tê xuyanê.
Xala sisêyan: Di tesîr û çêkirina qudreta ezelî de, kulfet û zehmet tune. Belê, ji wê qudretê re ku ji dendikeke hêjîrê,