Eva jî, dibe sebebê bêhntengîya dil û diltengî û izdiraba rûhî û muşeweşiya aqil. Ev jî, ruh û aqilan dide fîrar û firînê ku mecbûrê dexaleta bi bal Wacîbul Wucûd dike. Lewra, hemû muşkil, bi qudreta Wî, hall dibin. Û girêyên kûr, bi îrada Wî, vedibin. Û hemû qelb, bi zikrê Wî, têr û tetmîn dibin. Ezê evê heqîqetê, bi muwazeneyeke awha, şîrove bikim. Wuha ku:
Faîlê mewcûdat, yanî yê ku her tiştî çêkiriye, yan wacîb û wahîd û yek e; yan jî mumkîn û kesîr û pir in. Gava faîl, wacîb û wahîd be, ne kulfet û zehmet heye, ne jî xerabet û heyret dimîne û ne jî ecêb û gosirmet. Ku hebe jî, wehmî ye. Wexta li sebeban bê sipartin, kulfet û xerabet, ji wehmîtiyê derdikeve, bi awakî qetî û heqîqî, tê holê. Lewra, qe tu sebebek, ji wan sebebên ku pir in û ji qusûr û zeîftiyê xalî nînin, nikare encama sebebekî, hilbigire û bide ser milê xwe. Û di îcada tiştekî de, îcaba îştiraka sebebên bêhed, heye. Mesela, mêşa hingiv, ji ber ku bi her tiştî ve têkildar e, ger îcada wê, li sebeban bê sipartin, luzumiya îştiraka erd û asîman dike.
Her wuha, çêbûna kesret û pirbûnê, ya ji yekê; ji çêbûn û derketina yekê, ya ji kesretê, hêsatir e. Mesela, nîzama ku qumandanek dide leşkerên pir û karê bi wan dide kirinê; ew leşker bi serê xwe, piştî zor û zehmeteke mezin, bes dikarin pêk bînin.
Her wuha, di îsnada îcadê (sipartina çêkirinê) ya bi bal sebeban ve, him kulfet û sosretîya bêhesab derdixe holê. Him jî, ji muhalên pir û pir re, derî vedike û zemîn çêdike.
1- Lazim e ku di her zerreyekî de, sifatên Wacîbul Wucûd werin qebûl kirin.
2- Lazim e ku di ûlûhiyetê de, îştiraka şirîkên bêhesab hebin.
3- Lazim e ku her zerreyek, him hakim be û him jî mehkûm be. Her wekî wan kevirên kargîr ên bînayên bi qubbe ku xwe dispêrin hev û nakevin.
4- Lazim e ku di her zerreyekî de, sifatên wek şuûr û îrade û qudret hebin. Lewra, rindî û bedewbûna sene’t, van sifatan dixwazin. Ji bo îzaha evê heqîqetê, emê çend mîsalan bêjin.
Ya pêşîn: Roj, ji ber sirra şeffafiyetê, di zerreyên şûşan de, di behrên dunyayê de, li gersitêrkên asîman de, tecellî dike.