Ya pêncan: Çawa ku çêbûna wucûda her tiştî, her hukmî, girêdayî bi îlletekî ye; her wusa jî, tabiê meslehetekî ye jî. Lêbelê meslehet, îllet nîne; tenê hikmetek e ku dibe sebebê tercîhê. Rûyê fikir û nezera evî zemanî, bîzzat li seadeta dunyayê dinêre. Lê, rû û berê nezer û nêrîna şerîetê, bîzzat ber bi seadeta axiretê ye û di dereca duduyan de, li dunyayê jî, dinêre. Lewra dunya, wesîleya axiretê ye.
Gelek tişt hene ku wek belayê umûmî ne û însan muptelayê wan bûne û wuhareng ji însan re, bûne mîna zarûret. Kar û tiştên bi wî rengî, ji ber ku ji sûî îxtiyarê û ji meylên nameşrû dertên, ne ji wan zarûretan e ku mahzûratê mubah bike. Û nikarin bikevin daîra ruhsat û musadeya şer’î. Mesela, merivekî ku bi sûî îxtiyara xwe û bi awakî heram, xwe serxoş bike, di halê sekr û serxoşiyê de, ji fîîl û teserrûfên xwe, ne mezûr e; mesûl e. Di vî zemanî de, îctihadên bi vî rengî, semawî nînin; bes îctihadên erzî û dunyewî ne. Bi îctihadên bi vî rengî, ew teserrûfatê ku di ehkamê Xaliqê erd û semawat de, tên kirinê; merdûd in, tên red kirinê.
Mesela, hin xafil, xwendina xutba Cum’ê ya bi Turkî, baş dibînin; da ku xelq, haya wan, xasma ji rewşa siyasî hebe. Hal ew hal e ku, rewşên siyasî yên bi vî rengî, ji vir û derewan û ji fikrên şeytanî, xalî nînin. Lê meqamê xutbeyê, meqamekî ku ji bo teblîxa ehkamên îlahî ye.
Pirs: Xelq, zimanê Erebî nizane, jê fêm nake; ka wê çawa be?
Cewab: Xelq, muhtacê rukn û esasên dînî ye. Û meqamê xutbeyê jî, ji bo teblîxa hukmên bi vî rengî ne. Ev hukmanan, bi lûxatê Erebî –bi teferûat ne be jî– bi awakî kurt û mucmel, melûm û merûfê xelqê ne. Her wuha, ew şehamet û meziyet balatî û bilindahiya ku di zimanê Erebî de heye, di zimanên din de, tune ne.
Î’lem ey ehmeqên xafil û kor û kerr ku di nav tarîtî û zulmatê de, ji sebeban re îbadetê dikin! Ezê aliyekî wan şehadetên ku murekkebat û zerreyên kainatê, bi pêncî û pênc zimanan, ji hebûn û yekbûna Xwedê Teala re dikin, binivîsim. Wuha ku:
Mirov şaş û metel dimîne ku hebûn û çêkirina eşya, tête teslîmkirin û sipartin, ji nefsa wan re, yan jî sebeban re. Ev yeka jî, îcaba red û înkarê dike. Ev jî, kufr û dalaletê tîne holê.