di qesra Îslamiyetê de, deriyên teze werin vekirin û meriv qulên ku bibin sebebê ketina şervanan, di dîwar de veke; ev yeka, cînayet e ji Îslamiyetê re.
Ya duduyan: Ji xwe di zarûriyatê dînî de îçtihad çênabe. Lewra, qetî û muayen in. Him ew zarûriyata, di hukmê nan û avê de ne; di vî zemanî de, têne terikandin û bi hejîn û hilweşînê re, rû bi rû ne. Û digel ku lazim e hemû hîmmet û xîret, ji bo vejîn û qewînkirina wana bê xerc kirinê; meriv rabe di qismê nezeriyata Îslamiyetê de ku bi îçtihadên safiyane û xalisane yên selefên salihîn û fikrên wanê ku ji bo îhtiyaca hemû dem û dewran teng nayê, berde û bi heweskarane îçtihadên nû çêke, xiyaneteke bîdakarane ye.
Ya sisêyan: Li ba însanên her dem û dewrekî, tiştekî cazîbedarê ku qîmetar tê hesêb û bala fikr û ramanan dikşîne ser xwe, heye. Mesela, di vî zemanî de, tişta herî bi raxbet, herî bi rûmet, mijûlaya bi siyasetê û temîna heyata dunyayê ye. Di esra selefên salihîn de û di çarşiya ewê demê de, metayê herî merxûb, îstinbat û derxistina riza û daxwaza Xaliqê erd û semawatê ya ji kelamê wî bû û qezenckirina seadeta ebedî ya alema axiretê ku bi nûra nubûwetê û bi Quranê, bi dereceya ku êdî nayê girtin, vebûye û bi destxistina wesîleyên wê, bûn. Ji ber vê yekê, di wan deman de, berê hemû fikr û qelb û ruhan, li zanîn û hînbûna riza û daxwaza îlahî bûn. Lewma, yên xwedî qabîliyet û jêhatî, ji hemû rewş û deng û cehd û cengên wê demê, ders digirtin û wuhareng, îstidadên bilind ên ku dibûn bingeha îctihadan, dikemilîn û çêdibûn.
Lê aniha, ji ber teşetut û tevliheviya qelban, qelsî û sistîya hîmmet û xîretan, raxbet û mubtelatiya felsefe û siyasetê, berê hemû îstidadan, ber bi ilmên fennê û heyata dunyayê ne. Îctihadeke rast û durusta ku li ehkamê dînî serf bibe, nema ye, tune.
Ya çaran: Merivê ku bi deriyê îçtihadê, dikeve Îslamiyetê û mêla firehkirina meseleyan dike; eger xaye û meqseda wî ew be ku, ferz û zarûriyetan bicîh bîne û wuhareng mazharê teqwa û kemalê be, baş e. Lê emma, mirovê ku terka zarûriyatê dike û heyata dunyayê tercîhê heyata axiretê dike, mêla wî ya îçtihadê, mêyla texrîb û xerabkirinê ye. Li dû rêyekî ye ku bibîne û xwe ji teklîf û wezîfe û wacibata xilas bike û jê bireve.