Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

bendê ku hemû mexlûqat, xasma însan, baxusûs muslumanan bi hev ve girê dide jî, tenê biratî ye. Lewra îman, hemû mumînan, wek birayên ku di bin per û baskên şefqeta bavekî de dijîn, dihesibîne.

   Kufir jî, sarî û surreke wusa ye ku bira ji biratiyê derdixe. Û li hemû eşya, new’ekî toximê ecnebîtiyê direşîne. Her tiştî, dike dijminê her tiştî.

   Belê, di xîret û hemiyeta wan a mîllî de, her çiqas biratiyekî hebe jî, muweqet e, demî ye. Firqet û veqetîneke ezelî û ebedî ve, bi sînor û cînar e. Lê emma ew qencî û pêşketinên senayî û teknîkî yên ku medeniyeta kafiran de tê xuyanê, hemû ji medeniyeta Îslamiyetê, ji îrşadên Quranê, ji dînên semawî, hatine wergirtin.

   Ger tu ji bo vê heqîqetê, mîsaleke eyan û eşkere dixwazî, xeyalen here meclîsa Seydayê li gundê “Norşîn”ê! Li medeniyeta Îslamê ya li wira binhêre. Tu yê di nav cilên fuqareyan de, mîr û melîk û padîşahan bibînî û tu yê milyaketan di rengê însanan de û di nav sohbeteke qudsî de temaşe bikî.

   Paşê ji bo muqayese û muwazeneya vê rewş û rastiya han, here Parîsê. Bikeve locaya wan a herî mezin, tu yê bibînî ku dûpişk ketine dilqê însanan û îfrît ketine dirûvê merivan.  

   Ev yeka han, di eserên min ê bi navên Lemeat û Sunûhat ê de, hetta bixwazî, hatine îzah û îspatkirinê.

رَاجِعْهُمَا تَرٰى اَمْرًا عَظِيمًا غَفَلَ عَنْهُ النَّاسُ

   Î’lem! Deriyê îctihadê –ku meseleyek ji meseleya dînî ye– vekirî ye. Lêbelê di vî zemanî de, şeş mani û asteng hene ku meriv bikevê.

   Ya pêşîn: Çawa ku zivistanê, dema ku bager gur dibe, qulikên teng û piçûk jî, tên girtin. Vekirina deriyên nû, qe bi tu awayî, karê aqil nîne. Him çawa, di hengama êrîşa lehiyeke mezin de, ku meriv bi niyeta temîrê, di dîwar de, qulikan veke, dibe sebebê noqbûnê. Her wusa jî, di dema evê munkerat û heraman de û di zemanê îstilaya adetên ecnebiyan de û di wextê zêdebûna bide’yan de û di hengama texrîbata dalaletê de, ku bi navê îctihadê, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat