Kî te kiriye wekîl? Tu fetwayê ji ku distînî? Bi çi heqqî, tu bi navê millet, li ser hesabê ummetê, derheq Îslamiyetê de, herze û hezeyanan divirvirînî û kufr û dalaleta xwe belav û îlan dikî? Millet û ummetê, wekî xwe, dall û rêderketî zenn neke. Tu kufr û dalaleta xwe, difroşî kî? Ev memleket, memleketê Îslamiyetê ye. Ne memleketê Yahûdiyan e. Tiştekî ku cumhûrê mumînîn, qebûl nekiribe, îlana wê ya bi rojnameyê, dawet û gazîkirina millet e, bi bal kufr û dalaletê ve; tecawuz e, ji huhûqa ummetê re. Digel ku cewaz û musadeya qanûnê, ji tecawuza huqûqa yek merivekî re tune ye; bi çi cesaretê, tu tecawuzê huqûqa miletekî, hetta alema Îslamê ya mezin û muezzem dikî? Devê xwe bigre!
Î’lem eyyuhel ezîz! Neyartî û dijminatiya kafiran a ji Musliman û ehlê Quranê re, ji îcab û îktizaya kufrê ye. Lewra îman, dijê kufrê ye. Her wuha Quranê, hemû kafir û bav û kalên wan, aba û ecdadê wan, mehkûmê îdama ebedî kirine.
Lewra, ew muhabbeta li kafirên ku îmkana ulfet û muhebbeta wan a bi muslimanan re tune, badilhewa diçe. Muhebbet û hezkirina wan, bêfeyde ye. Meriv rastî muhebbeta wan, nayê. Bextê wan tune. Tenê lazim e ku meriv bêje
حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
û dexaletê Xwedê Teala bike.
Î’lem eyyuhel ezîz! Firqa di navbeyna medeniyeta kafiran û medeniyeta mumînan de:
Ya ewil, wehşetek e bi dehşet e ku cilê medeniyetê li xwe kiriye. Dervayê wê, diçilwile; hundurê wê jî, dişewitîne. Şeytaneke ku bi der ve, xeml û xêz e; bi hundir ve, pest û pîs e; rûyê wê nas e, xûyê wêber e’ks e.
Ya duduyan, milyaketek e cazîbedar e ku hundurê wê nûr e, dervayê wê rehmet û huzûr e. Nava wê muhebbet e, dervayê wê biratî û uxûwet e; rûyê wê, hevkarî û muawenet e, xûyê wê, dilovanî û şefqet e.
Belê ew kesê ku mumîn be, bi îcaba îman û tewhîdê, çawa ku bi çavekî dergûş û diyarê biratiyê li kainatê dinêre, her wusa jî, ta û