Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

geşt û ger tê kirin, diqulibe deyşt û çoleke wusan mezin û dikeve şeklekî wusan ku bi gerê naqede. Gelo ewê ku meydana nav xerdeleyê nikaribe biqedîne, dê bi çi awayî daîreya wê xerdeleyê biqedîne? Di nezera aqil de, ger weziyeta xerdeleyê awha be, gelo daîreya ku aqil tê de digere, çawa ne? Aqil jî dunyayê, dadiqultîne. Fesubhanallah! Xwedê Teala, xerdeleyê ji bo aqil, kiriye dunya; dunyayê jî, ji bo aqil, kiriye weka xerdeleyê.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Zulmeke însan a herî mezin, ev e ku; fêkî û encamên qenciyeke ku bi kar û xebata komeke mezin ve, pêk hatiye, dikin malê yek şexsekî û dispêrin ewî şexsî tenê. Di evê zulma han de, şirkeke xefî, heye. Lewra, mehsûlê ku civatekê bi cuzî îxtiyariya xwe ve, bi dest xistiye, ku meriv bide şexsekî, ev yeka îşaret dike ku ew şexsa, xwedî qudreteke xarîqe ya wusa ne ku di dereca xulqkirinê de ye. Hetta pût û senemên Yûnan û Wesenî yên berê, mehsûlê fikr û ramanên şeytanî yên wuha zalimane nin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ew însanê ku zikir dike, celeb û cûreyên latîfeyên wî yên ku feyza îlahî kaş û celb dikin, hene. Hinekê wî, girêdayî şuûra aqil û qelb in. Qismekî wî jî, bêşuûr in, yanî tabiyê şuûrê, nînin. Bi awakî 1 pêk tê. Lewma, zikrên ku bi xeflet tên kirin jî, ji feyzê, xalî û mehrûm nînin.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Xwedê Telala, însan bi terkîbeke pir balkêş, xuliqandiye. Di nav kesret û pirayiyê de, wehdet û yekbûna wî heye. Di nav terkîb û tevliheviyê de, besatet û sadetiya wî heye. Di nav civat û cimaetê de, ferdiyeta wî heye. Ji bo her eza û xewas û latîfeyekî wî ku hilgirtiye, çawa lezzet û êş û elemên cihê û cuda hene; her wusa jî, ji lez û bez û hevkarî û alîkariya di navbera wan tê fêm kirin ku her yekî wî, ji lezzet û êş û elema hevalê xwe jî, hissedar e. Însan, bi saya vê xilqeta xwe, ger di rêya ubûdiyetê de here, dibe hêjayê mazhariyeta hemû qism û cûreyên lezzet û nîmet û kemalatan. Her wuha, şayet rêya enaniyetê bişopîne, dibe misteheqê meskenê kul û derdên cûr bi cûr jî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat