Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

zeîf ku hate bihîstin, divê meriv li ser nesekine; derhal serê xwe bilind bike û li ronahiya ku li çar aliyên alemê belav kiriye, binêre.

   Her wuha, merivê ku bi şik û şubhe, li destpêka heyata wî, binêre; her hal firqa di navbera masdar û mazharê, yanî kanî û eyneyê, memba û makesê, zatî û tecelliyê de, ji hev dernaxe. Û lewma dikeve şubheyê. Belê, Nebiyê Zîşan (s.) mazhar û makes e, ji tecellyata îlahî re, lê ne masdar û memba ye. Lewra, ew zat, tenê ebd e û bi hêla îbadetê ve, li pêşiya her kesî ye. Nexwe, evqas pêşketin û kemalata ku li ber çava ye û dixuyê, ne malê wî yê zatî ye. Bes tecelliyên Rehmanê Rehîm in ku ji derva de hatine dayîn. Çawa ku berê jî, hatibû beyankirinê ku qe tu tiştek, bi maneya îsmî, li zerreyekî jî, nikare bibe masdar û jêderk. Lê emma zerreyek, bi maneya herfî, dibe eyne û mazharê sitêrkên asîman. Lakîn ji ber ku bi awakî xafilaneya bi zenna ku “ew zerre çavkanî û masdar e” lê tê nihêrîn û senetê Îlahî, dikin malê tabîateke taxûtî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Dua, nîşan û nimûne ne, ji sirrên tewhîd û îbadetê re. Çawa ku ji tewhîd û îbadetê re, lazim in; her wuha, ewê ku dua dike jî, divê bêje ku daxwaz û xwestekên ku di dilê min de digerin, “Xwedê Telala wan dibihîse” û divê bawer bike ku ew Qadir e. Ev îtiqada han, îstilzam dike û dixwaze ku Xwedê Teala her tiştî, dizane û Qadirê her tiştî ye. 

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ev roja ku alemê ronî dike, mumkun e ku bi tecelliya xwe, bikeve çavê mêşekî. Feqet dervayê îmkanê ye ku çirûskeke agir, bikeve çavê wê û rohnî bike. Lewra, dê çav bişewitîne û biteqîne.

   Her wuha jî, zerreyek, dibe neynik û mazharê tecelliya Şemsê Ezelî. Lêbelê ji Muessîrê Heqîqî re, nabe zerf û cîh.

   Î’lem ey nefsa qurre û mexrûr û serhişk! Tu, meskenê derd û belengazî û rebenî û xîzanîyeke wusan î ku mîkrobeke gelek caran tê mezinkirinê û paşê tê dîtinê; ger cîgera te ve bizeliqe, tu nikarî pê re serî derxî û nikarî li hemberî wê, berxwe bidî; te li erdê dixe, dikuje.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Gava di wê qada ku quwweya hafizeyê –ku jê re xerdele tê gotin û di hukmê hebbeyeke garis de ye– rapêçaye de, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat