Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! (Ey birayê minê ezîz, bizanibe ku) Kullek, muhtacî kîjan tiştî be, cuz û perçeyên wê jî, muhtacê ewî tiştî ne. Mesela: Ji bo çêbûna darekî, çi lazim bin; ji bo wucûda fêkî jî, lazim in. Nexwe ew çax, Xaliqê fêkiyê, her wusa Xaliqê darê ye jî. Hetta Xaliqê erdê û yê dara xilqeta alemê jî, dê her ew Xaliq be.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meseleyek heye ku her du aliyên wê, xayet dûrî hev in ku her aliyekî wê, wek dendikekê zîl daye, bûye dar û ber. Derheq meseleyeke wuha de, gere şik û şubhe çênebin. Lewra, dibe ku di bin erdê de, dendikek bi dendikekî din re tevlihev bibe û biguhere. Lêbelê piştî ku bû dar, fêkî da; ku tu bikevî şikê, dê hemû fêkî, di aleyha te de, şahidyê bikin. Ger, gur û gumanekî te yê wek “ev dendikekî din e” hebe, dê ew çax hemû fêkiyên ewê darê, te tekzîb bikin û te derewçîn derxînin. Li te miyeser nabe ku tu dendikeke bûye dara sêvê, wek dendika dara henzeleyê ferz bikî. Tenê bi wehm û xeyalê yan jî bi îmkan û îhtimaleke bi vî rengî ku “hemû sêv, qulibîne henzeleyê”, mumkin e; ev yeka jî, muhal e.

   Lewma pêxembertî, dendikekî wusa ne ku dara Îslamiyetê, bi hemû fêkî û kulîlkên xwe ve, ji wê dendikê derketiye. Quranê jî, her wekî roja ku seyyare û gersitêrkan fêkî daye, yanzdeh ruknên Îslamiyetê, derxistiye holê. Gelo piştî van fêkiyên cîhanbiha ku tên xuyanê û li ber çavan in, di dendikê wê de, ma şik û şuphe dimîne? Haşa!

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çûkekî xweşik ê mîna teyrê tawus, ji hêkê dertê, mezin dibe, li hewa dikeve, dest bi firînê dike. Piştî ku li çar aliyên alemê şan û şuhret bi dest xist, ew merivê ku di nav qaçilê hêka wê de ku li erdê maye, li rindî û mukemmelî û pêşketina wê bigere, bêguman ehmeqtiya xwe nîşan dide. Ji ber vê qasê, merivekî ku li destpêka heyata pêxember (s.) ku tarîxa beşer neqil dike, bi nêrîneke sathî, sûrî û ser re binêre, şexsiyeta wî ya manewî îdrak û fêm nake. Û nagihêje dereca qiymeta wî. Lêbelê lazim e ku wek qaçilekî zirav û qalikekî nazik, li destpêka heyata wî û rewşa wî ya beşerî û halên wî yên zahirî bê nihêrîn ku ji nav wî qaçilî, roj û ronahiya her du aleman û şecereya Muhammedî (s.) ya wek dara tûba, derketiye. Û bi feyz û bereketa îlahî, hatiye avdanê û bi fezla rebbanî, mezin û mukemmel bûye. Lewma, gava derheq rewşa zahirî û ehwalê sûrî yê destpêka heyata Nebiyê Zîşan (s.) de, tiştekî 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat