Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Û dîsa, ewan hemû delîl û şahid û burhanên ku ji heq û heqaniyeta Îslamê re û rastî û duristiya hukmên wê re delalet û şehdê dikin, ji heqdariya wê dew û baweriya te re jî, delalet dikin.

   Û dîsa, li ser wan gotinên te yên mubarek û muqeddes, gelek feyz û xêr û bereketa îlahî rêz dibe û terettub dike.

   Û dîsa, cumhurê mumînîn û muwahîddînên ku bi qelbê xwe, ewê ava heyatê û şeraba cennetê ku ji wan kelîmeyên mubarek, tam dikin; tu jî mîna wan, ji wan meşrebeyên muqaddes û pîroz, vedixwî.

   Î’lem! (Bizanibe ku) Ji qaîdeyên ilmê usûlê ne ku; derheqê meseleyekî de, gotina kesê ku îsbat dike, li gotina kesê ku red û înkar dike, tête tercîhkirinê. Lewra, alîkarên kesê ku îsbat dike, hene; di gotina wî de, quwet heye. Ji ber ku alîkarên kesê ku red dike, tune ne, bi tena serê xwe dimîne; di gotina wî de, quwet û hêz tune. Hetta hezar mirov ketm û înkar bikin, mîna mirovekî ne. Hezar mirov ku îsbat bikin, her yekî wî dibe wek hezar kesî. Lewra tev, li tiştekî dinhêrin. Û ji ber ku tev bi hev re, pêçiya xwe, datînin ser nuqteyekî, hevûdu teqwiye dikin û destek didin hev. Di navbera ewên ku nefî û înkar dikin de, teqwiye û hevkarî tune. Her yekî wî, bi tena serê xwe dimîne.

   Mesela: Hezar mirovên ku di hezar pencereyan de, stêrkekê bibînin û qesta îsbata wê bikin; her yekî wî, ji yê din re alikarî dike û gotinên hev teqwiye dikin. Lewra, ew hezar kes, her wekî ku bi pêçiya xwe ve, işaret bikin; ewî tiştî îspat dikin. Yên ku înkar dikin, ne wusan in. Lewra, ji bona înkarê, sebeb lazim in. Sebeb jî, cuda cuda ne. Mesela: Yekî wî dibêje “Çavê min rind nabîne”; yê din “Li mala me, pencere, şibak tune”; yekî din “Ji ber sermayê, min nikaribû serê xwe bilind bikira, lê binhêriya” û hwd… Ji ber ku her yekî wî, ji înkar û îddiaya xwe re, sebebekî cuda nîşan dide, sitêrk li bal yekî yan jî li gor yekî ku tunebe, nabe delîlê tunebûna sitêrkê ya di nefsul emra di rastiyê de; da ku ji hev re bibine alîkar.

   Lewma, îttifaqa ehlê dalaletê ya derheq înkar û redda meseleyeke îmanê de, di hukmê xebera wahîd de ye, her wekî xebera yek merivî ye, tesîra wê tune ye. Lê emma gotinên ehlê hîdayetê yên derbarê meseleyeke îmanê de, her yekî wî, alîkarê yê din e, hêz didê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat