Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Remz

 

   Ey heval! Di nefsê bi xwe de, koratîyek heye. Bi qasê misqalê zerre, ew kortî, di nefsê de bimîne, ji roja heqîqetê re dibe wek manî û perdeyekî. Belê, bi şahidiya min sabît e ku di kelheyeke ku ji burhanê qetî û yeqînî û delîlan tijî be, gava di kevirekî wê yê piçûk de, qelsî û zeîftiyekî bê dîtinê, ew nefsa kor ku Xweda wê kor bike, ketma ewê kelhayê giştî dike û bi tevayî înkar û serobinê hev dike. Va ye cehalet û ehmeqtiya nefsê, ji xerabiyên bêînsafane yên bi vî rengî ve, tête fêm kirin.

  

Remz

 

   Ey însan! Ji wan kar û kiryarên ku di warê wucûda te de têne kirinê, bes jê hezarî yek di destê îradeya te de ye. Ewên mayî, ayîdê Malîkê mulk in. Lewma, li gora quweta xwe, bar hilîne. Eger na, tu yê di binî de bipelixî, bipelçiqî. Bi hişekî qasî mû, teşebbûsê rakirina kevirên mezin neke. Bêyî îzna Malikê mulk, dest, dirêjî mulkê wî neke. Ji ber vê qasê, weqta ku tu xafilane li ser hesabê xwe karekî bikî jî, ji heddê xwe tecawuz neke. Ger li ser hesabê Malîk ul mulk be û di bin îzna wî de be, çi dixwazî bike û hilde. Lê bi wî şertî ku di bin daîreya îzn û meşîet û emrê wî de be. Îzn û meşîeta wî jî, dikarî ji şerîeta wî, hîn bibî.

  

Remz

 

   Ey însanê talibê şan û şerefê, nam û şuhretê! Were, ewê dersê, ji min bigre! Şuhret, rîya bi xwe ye û hingivekî jehrî ye ku qatilê qelban e. Û însan, ji însan re dike ebd û bende. Ger tu bikevî wê bela û musîbetê, bibêje 

اِنَّا لِلّٰهِ وَاِنَّۤا اِلَيْهِ رَاجِعُونَ

  Û ji wê belayê xelas be.    

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat