Remz
Ey heval! Îslamiyet nûr e, rehmet e, ji hemî însanan re. Hetta kafiran jî, ji rehmeta wê, îstifade kirine. Lewra bi sebeb ders û telqînata Îslamiyetê, kufra mutlaq û înkara mutlaq, qulibiye şek û tereddudê. Bi saya tesîr û eksa wê telqînata ku di kafiran de jî çêbûye, derheq heyata ebedî de, hêviya kafiran heye. Lewma, lezzet û seadeta dunya wan, lapten û ji binî ve li wan naherime û li wan nabe jehrî. Ewan lezzetanan, bi temamî neguhere bi êş û eleman. Tenê dudilî û teredduda wan heye. Tereddud jî, li herdû aliyan dide nihêrîn. Mîna heştirmê/çûkdeveyê, ne tam dibe çûk û ne jî dibe deve. Di navbeynê de dimîne û ji zehmetên her du aliyan, xelas dibe.
Remz
Ey heval! Wexta ku nefs bi sebeb teraliya xwe, terka îbadetê dike, dixwaze ku kes evê yekê nebîne û vedişêre. Yanî naxwaze ku di bin qontrola çavê nazirekî de bimîne. Ji ber vê qasê, hêvî û temennî dike ku Xaliqek, Malikek tunebe. Paşê dixe hişê xwe. Paşê di fikra xwe de bicîh dike. Dawiya dawîn, bawerî bi adem û tunebûna wî tîne û wuhareng ji dîn derdikeve. Hal ev e ku, ger bizanibe ku di bin wê serbestî û azadî û bêmesûliyeta ku bi dest xistiye de, çi jehrî û mar û êş û elem hene, dê derhal tobe bike û bizivire ser wezîfeya xwe.
Remz
Ey heval! Her însanek ji bo ku nuqteyeke wî ya îstinadê û xwesipartinê heye, li gor cûre û cihêrengiya nuqteya îstinada wan, di hêz û hîmmeta însan de jî, firqiyet peyda dibe.
Mesela: Neferekî ku nuqta îstinada wî sultanekî mezin be, karê ku ew kare bike, padîşahek nikare bike. Lewra nuqteya îstinada wî, ji ya padîşah mezintir e. Belê, xalebe û serkeftina kermêşê, yanî mixmixka ku ji teref qudreta ezelî ve hatibû wezîfedarkirin a li hemberî Nemrûd; û dendikeke ku bi saya îzn û quwweta