Gelî birayên min ên ezîz! Di vir de, ya ku van gotinan bi min daye gotinê, nîqaş û munaqeşeyeka min a bi nefsa min re ye. Wuha ku:
Min ji nefsa xwe ya ku bi qenciyê xwe mexrûr û qurre ye re, got:
— Tu xwediyê tu tiştekî nînî, ev çi xurûr û qurretî ye?
Got ku:
— Madem ez ne xwedî me, ez jî xizmeta te nakim.
Min got ku:
— Yawo, ca li vê mêşikê binêre! Bi van destê xwe yê piçûnokê narîn ve, çawa perrê xwe, çavê xwe paqij dike, lê dinêre, lê xwedî derdikeve. Hemû kar û barê xwe pêk tîne. Tu jî qe ne be, gere qandî wê, ji wucûda xwe re xizmetê bikî”. Û min bi vî rengî ew îkna kir.
Em, ewî Zatî teqdîs dikin ku bi îlhamê, paqijîyê hînî vê mêşikê kiriye û ji min re jî, dike Seyda. Ez jî, nefsa xwe, bi wê îqna û îlzam dikim.
Remz
Ji wan aliyên ku însan kaşê dalaletê dikin, yek jê ev e ku: Hukmên Îsmê Zahir û Îsmê Batin, ji hev cuda ne. Ku meriv merciyê wan winda bike û hukmên wan ji hevneke(tevlihev bike), xeternak û xirab e.
Û dîsa, îcabata qudretê û lazimên hikmetê, ne yek in. Xwestina lazimên yekî, ji yê din, xeta ye.
Û dîsa, îqtiza daîra sebeban û daxwaza daîra î’tiqad û tewhîdê, ne yek in. Divê ew, ji vê neyê xwestin.
Û dîsa, teelluqatê qudretê cuda ne; cîlweyên wucûdê yan jî tecelliyên sifatên din, cuda ne. Divê meriv vana tevlihev neke. Mesela: Çêbûna mirov a di dunyayê de, pêl bi pêl e û bi merhele ye. Feqet di ayîneyê alema berzexê de, defî û bi carkî de ye. Lewra di navbera îcad û tecelliyatê de, ferq heye.